Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê 2020-05-27 14:21:50   STENBOL - Dayikên Şemiyê di 25'emîn salvegera têkoşîna xwe de, li gel astengî û qedexeya polîsan dîsa hatin Qada Galatasarayê û qurnefîl danîn qadê. Dayikan diyar kirin ku dê heta dawî li windayan bigerin û qet dest ji Qada Galatasarayê bernadin.    Dayikên Şemiyê ku yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li  Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kiribûn, di 25'emîn salvegera çalakiyan de qedexe û astengiya polîsan nas nekirin û dîsa çûn qadê û qurnefil danîn qadê. Dayikên Şemiyê 25 salin bê navber her hefte roja Şemiyê çalakiyan li dar dixin. Dayikan bê navber 700 hefteyan li ser hev li Qada Galatasarayê li edaletê geriyan. Piştî hefteya 700 wezaretê çalakî li wan qedexe kir û çûn li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiyên xwe berdewam kir. Dayikên Şemiyê bi giştî 792 hefte ne çalakiyên xwe berdewam dikin. Dayikan bi minasebeta 25'emîn salvegera çalakiyên xwe xwestin dîsa li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikan li gel Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî biçin qadê. Lê polîsan dîsa dayik û rêveberên ÎHD'ê asteng kir. Dayikan tevî hemû astengiyan qurnefilên di destê xwe de birin Qada Galatasarayê danîn. Dema dayikan Qurnefil danîn Qada Galatasaayê dirûşmeyên “Em dest ji qada Galatasarayê bernadin", “Em dest ji lêgerîna windayan bernadin" berz kirin.      Li vir Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat revandin û kuştin Maside Ocak, diyar kir ku 25 sal berê di 1995'an de cara yekem derketin Qada Galatasarayê û wiha got: “Me li qadan dayikên xwe û xwişk û birayên xwe winda kirin. Lê em  tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin."    Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî anî ziman ku wan ciwaniya xwe da vê qada Galatasarayê û dê dest ji vê qadê bernedin. Karakoç anî ziman ku 25 salin li vir e û hezar sal derbas bibe jî dê dîsa li vir bin.    Birayê Hayrettin Eren Îkbal Eren jî anî ziman ku dayikan li vir aqûbeta zarokên xwe pirsîn û li zarokên xwe geriyan û wiha got: "Dayik li vir li cesedên zarokên xwe geriyan. Dayika min deynê xwe ji dewletê negirt û çû. Divê deynê dayikên me bidin wan. Binçavkirin û windakirin sûcê mirovahiyê ye. Teqez em ê hesabê vê yekê bipirsin. Heta ku faîl bên dîtin û darizandin em ê hesap ji we bipirsin."    Dayikan piştî daxuyanî dan li Kolana Îstiklalê meşiyan û derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn.