TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin 2020-05-27 12:56:18   ENQERE – TTB’ê têkildarî banga WHO’yê ya ji bo sekinandina dermanê Hîdroksîklorokîn ku di tedawiya vîrûsa koronayê tê bikaranîn daxuyaniyek da û pirsa daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin kir.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji ber bandorên pê re dermana Hîdroksîklorokîn ku di tedawiya sitmayê de bi bandor e, bikaranîna wê ya di vîrûsa koronayê de dabû rawestandin. Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî rawestandina bikaranîna vê dermanê daxuyaniyek da. TTB’ê diyar kir ku her welatî li gorî xwe tedawiya vîrûsa koronayê kiriye û wiha got: “Hin welatan piştî hin astan dermana Hîdroksîklorokînê bi kar anîne lê Tirkiyeyê di her astî de dermana Hîdroksîklorokînê bi kar aniye.” TTB’ê detnîşan kir ku rawestandina bi karanîna Hîdroksîklorokîn nexweşên ku pê tedawî ditîne dilnerehet kiriye û daxwaz kir ku Wezareta Tenduristiyê daneyên bikaranîna Hîdroksîklorokînê şakera bike.