DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye 2020-05-27 12:00:38   ENQERE - Şaxa DAD'ê ya Enqereyê, têkildarî Komkujiya Çorûmê, daxuyaniyek da û ev tişt got: "Tiştên li Çôrûmê pêk hatin, bi awayekî aşkera komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye."   Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê, têkildarî Komkujiya Çorûmê ku di navbera mehên gulan û tîrmehê yên sala 1980'yî de pêk hat û wergeriya qirkirina elewiyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewletê çavên xwe ji tiştên ku li Çorûmê pêk hatine re girtiye û weke her cara kujeran parastiye û ev tişt hat gotin: "Dema ku di 10'ê tîrmehê de bûyer bi dawî bûn 57 can in me hatibûn qetilkirin û mal û kargehên nêzî 300 can in me jî hatibûn rûxandin."   'ÇORÛM KOMKUJÎ YE'   DAD'ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku nîşandana Komkujiya Çorûmê ya weke "bûyerên Çorûmê" berovajîkirina rastiyê ye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Tiştên li Çôrûmê pêk hatin, bi awayekî aşkera komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye. Weke her komkujiya li hemberî elewiyan de di Komkujiya Çorûmê de jî elewî di hêla bawerî, fizîkî, çandî û aborî ve hedef hatine girtin û ji qadên xwe yên jiyanê hatine qutkirin. Li cihê ku lê girtine, ji çand, bawerî, zimanê xwe dûr ketine û bi pêvajoyeke qebe ya pişaftinê re rû bi rû mane. Dewletê bi demografiya herêmê leyîstiye û di çarçoveya senteza tirk-îslamê de projeya sûnnîkirinê kiriye meriyetê. Hewl hatiye dayîn ku weke Mereş, Siwas û Meletiyê Çorûm jî ji elewiyan bê valakirin. Em can in xwe yên li Çorûmê hatine qetilkirin di salvera 40'emîn de bi rêzdarî bi bîr tînin."