‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’ 2020-05-27 11:55:20   ÎZMÎR – Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek diyar kir ku li girtîgehan bi hêceta şewbê girtî nayên dermankirin û got: “Divê di çarçoveya mafê mirovan de nêzî girtiyên nexweş bibin.”    Li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Mînaka herî dawî jî girtiyê nexweş Sabrî Kaya bû ku li Girtîgeha Osmaniyê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 458 girtî jê giran hezar û 334 girtî nexweş in. Tevî ku Saziyên Tiba Edlî rapora “nikarin di hepse de bimînin” daye 458 girtiyên nexweş jî lê nayên berdan. Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî 84 jê giran bi giştî 261 girtiyên nexweş li girtîgehên Herêma Egeyê tên ragirtin.    ‘DEWLET BERPIRSIYAR E’    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek têkildarî rewşa girtiyên nexweş axivî û diyar kir ku ji dermankirina girtiyan bigire heta ewlehiya canê wan dewlet jê berpirsiyar e û got: “Divê dewlet di çarçoveya rêgezên peymanên navnetewî de nêzî girtiyan bibe. Sabrî Kaya li ber çavan şandin mirinê. Destûr nedan ku Sabrî Kaya xatirê xwe ji malbata xwe bixwaze. Ji van mirinan ji Saziyên Tiba Edlî bigire heta Wezereta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî berpirsiyar in. Nêzîkatiya ‘ne ji min be bila bimire’ nîşanî girtiyan didin.”   ‘DERMANKIRINA WAN TÊ ASTENGKIRIN’    Çîçek da zanîn ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi nexweşînên giran re rûbirû dijîn û got: “Însanên li derve bi van nexweşînên giran dijîn, nîvê emr û dema wan bi dermankirinê re derbas dibe. Lê girtî nayên berdan. Girtî nayên dermankirin. Nikarin xwe bigihînin xizmeta dermankirinê. Girtî bi binpêkirina mafan ên cûr bi cûr re rûbirû mane. Li girtîgehan xetereya belavbûna koronayê hêj heye. Ji bo girtiyên temenê wan bi ser 65 salî re û girtiyên nexweş tevdîrên taybet nehatine girtin. Pêwîste di çarçoveya rêgezên mafê mirovan de nêzî girtiyan bibin. Divê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan nebin.”    MA / Rûken Demîr