Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî 2020-05-27 11:29:29   ENQERE – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ayhan Sefer Ustun diyar kir ku ev serdema niha teqez wê bi hilbijartina pêşwext bi dawî bibe û ji bo koma AKP’ê belav nebe Erdogan xwe avêtiye bextê Bahçelî.   Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ayhan Sefer Ustun ê ji Karê Hilbijartin û Hiqûqê Berpirsiyar e têkildarî “transfera wekîlan” ku partiya wan ji nêz ve eleqedar dike û nîqaşên hilbijartina pêşwext ji ajansa me re nirxand.    ‘EV SERDEM WÊ BI HILBIJARTINA PÊŞWEXT BI DAWÎ BIBE’    Ustun AKP’ê rexne kir û wiha got: “AKP ewqas rêveberiyek xerab radixîne ber çavan kes jê nexweş e û êdî li her qadê pîlên wan xilas bûn. Li welat hem krîza aborî heye û hem jî di nava civakê de berbibabûnek heye. Wê ev serdem teqez bi hilbijartinpa pêşwext bi dawî bibe. Yanî wê ne di serdemek wiha kin de pêk were. Ji ber ku nikaribin birêve bibin dibe sala 2023’yan nebînin loma jî wê di payîza 2021’an de jî hilbijartina pêşwext pêk bînin.”    TRANSFERA WEKÎLAN    Ustun têkildarî rojeva “transfera wekîlan” jî axivî û transfera parlamenterên di serdema ku AKP nû ava dibû bi bîr xist û got: “Wê demê bi transfera parlementerên ji MHP’ê, DYP’ê û ANAP’ê li Meclîsê komek 51 kesan ava kir. Ji bilî wê jî her wiha transfera serokên şaredariyê AKP’ê jî cihê xwe yê destpêkê diparêz e.”    ‘ERDOGAN XWE AVÊTIYE BEXTÊ BAHÇELÎ’    Ustun bal kişand ser banga guhertina qanûna hilbijartinê ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku ji bo pêşî girtina transfera wekîlan û helwesta Serokkomar Erdogan û got: “Erdogan ji bo ku koma partiya wî belav nebe û pêşî li vê yekê bigire xwe avêtiye bextê Bahçelî ku pêşniyara wî li dijî Qanûna Bingehîn e û antî demokratîk e.”    ‘EM Ê BIKEVIN HILBIJARTINÊ’    Ustun destnîşan kir ku armanca sereke ya Tifaqa Cumhûr ew e ku partiyên nû ava bûn nekevin hilbijartinê û got: “Li gorî rêzikên nû yên heyî derfet û îhtîmalên beşdariya hilbijartinê hene. Kîjan tevdîrê digirin bila bigirin, di kîjan dîrokê de pêk tînin bila bînin, wê Partiya Pêşerojê di hilbijartina giştî de cihê xwe bigire.”      MA / Selman Guzelyuz