Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin 2020-05-27 10:48:56 AMED – Derket holê ku Hevserokê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan û Mehmet Alî Altinkaynak ê HDP’î ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibûn binçavkirin, li ser îfadeya şahidekî nepen ku gotiye, ‘Ne endamê fermî yê komeleyê ne’ hatine girtin .  Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hatibû destpêkirin de, di 22’ê gulanê de 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 18 kesan 9 jê jin bi giştî 12 kes hatibûn girtin. Hûrgiliyên nû yên hincetên girtina van kesan derketin holê. Hat hînbûn ku hinceta “gumana xurt a endambûna rêxistinê” ya girtina van kesan îfadeyên şahidekî nepen in.    Îfadeyên şahidê nepen "A53T61MCTS21SS92" û şahidê nepen ê bi navê kod "Fîrar" ji girtinê re kirine piştek. Dîsa hat hînbûn ku şahidê nepen "A53T61MCTS21SS92" derbarê hemû gumanbaran de axiviye.    ZILAM “NE ENDAMÊN FERMΔ NE   Îfadeyên şahidê nepen "A53T61MCTS21SS92" ên derbarê zilaman de balkêş in. Derket holê ku şahidê nepen "A53T61MCTS21SS92" derbarê Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan de ev îfade daye: “Ev kesê endamê rêxistinên Memet Aslan zanim. Yek ji endamên ne fermî yê komeleya bi navê Rosa ye.” Heman şahidê nepen tekildarî Mehmet Alî Altinkaynak ê HDP’î jî ev îfade daye: “Ev kesê endamê rêxistinên Mehmet Alî zanim. Yek ji endamên ne fermî yê komeleya bi navê Rosa ye. Dema ku Şaredariya Sûrê ya HDP’ê karkeran digirt, rêjeyeke karkeran ji Komeleya Rosayê digirt.” Hinceteke din a girtina Altinkaya beşdarbûna wî ya merasîma cenazeyên PKK’iyan e.   Heman şadidan, têkildarî kesên din ên ku hatine girtin jî îfadeyên bi heman rengî dane û bûne sedam girtina wan.  Di dosyaya kesên hatine girtine ev îfade bi hûrgilî cih digirin.    MA / Aydin Atay