‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye' 2020-05-27 09:14:34 ÎZMÎR - Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Îzmîrê Muzeyyen Alpşen, bertek nîşanî girtina rêveberên Komeleya Jina ya Rosayê û got, ev mudaxilekirina li têkoşîna jina ye.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ya di der barê Komeleya Jina ya Rosauê de 9 jin hatin girtin. Bertek û nerazîbûnên ji bo van girtinan didomin. Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Îzmîrê Muzeyyen Alpşen, diyar kir ku Komeleya Jina ya Rosayê piştgiriya jinên ku dixwazin ji şidetê dûr bikevin dike. Alpşen, destnîşan kir ku êrîşa li jinên komeleyê hatine kirin tenê ne mudaxilekirina li têkoşîna rêxistinbûyî, di heman demê de mudaxilekirina li têkoşîna jinên dixwazin ji şidetê dûr biekvin bi xwe ye jî.    Alpşen, bal kişand ser agahiyên der barê jinan de ên di dema avêtina ser komeleyê de hatine desteserkirin jî û got, ev yek tê wateya binpêkirina veşarîbûnê û ewlehiya jinan dixe xetereyê. Alpşen, diyar kir ku ji bo ewlehiya jinan divê veşarîbûnî esas bê girtin û got: "Em li cem hevalên xwe ne. Êrîşên li ser jin û rêxistinên ji bo têkoşîna jinan dixebitin, tê wateya êrîşkirina ki têkoşîna jinan. Em êrîşa li ser rêxistina serbixwe ya jina Komeleya Jina ya Rosayê şermezar dikin."    Alpşen, xwest jinên siyasetmedar ên hatine girtin demildest bên berdan û belgeyên hatine desteserkirin ên agahiyên jinan tê de ne divê bên îadekirin.