Bekçî lêxist polîs kelepçe kir 2020-05-25 22:30:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Navçeya Eyup û Zeytinburnu zarok rastî lêdan û tundiya bekçî û polîsan hat. Li Eyûpê bekçî li zarok xist li Zeytînbûrnû jî polîs destê zarok li pişt wî kelepçe kir û binçav kir.    Li Navçeyên Eyup û Zeytînbûrnû yên Stenbolê, bekçî û polîsan li zarokan xistin û zarok binçav kirin. Li Navçeya Eyupê ya Stenbolê bekçiyan zarokê ku çû nan bistîne zevt kirin û li wî xistin. Li Navçeya Zeytînburnu jî polîsan zarokek zeft kir û destê wî li pişt wî kelepçe kirin û bi lêdanê binçav kirin. Prz. Enes H. Ermaner diyar kir ku dema muwekîlê wî çû nan bistîne bekçiyan ew zeft kir û li wî dan.    LI SER ZIK LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN Û DESTÊ WÎ LI PIŞT WÎ KELEPÇE KIRIN   Polîsan li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê zarokek zeft kirin û li ser zik li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Polîsan piştre zarok bi lêdanê binçav kirin.