Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin 2020-05-25 16:16:57 ÎZMÎR - Bayram Sevgîn ê li Girtîgeha Bunyanê, diyar kir ku îşkence li wan hatiye kirin û got: “Kincên me ji me dikin û me tacîz dikin. Me dixin odaya sunger. Gardiyan bi gotinên ‘Hûnê hêza dewleta Tirk bibin in’ gef li me dixwin.” Girtiyê 28 salî Bayram Sevgîn ê 5 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Bûnyanê ya Qeyseriyê girtiye, di hevdîtina telefonê ya heftane de ji malbata xwe re ragihand ku gardiyenan îşkence li wî û 4 hevalên wî kirine. Xwişka Sevgîn Emîne Sevgîn, da zanîn ku birayê wê li wan geriyaye û bipêkirinên mafan ên dijîn vegotiye.   Sevgîn, kiryarên gardiyenan ên li dijî xwe di hevdîtina telefonê de wiha vegot: “Me di 5’ê Gulanê de, amûr ji bo xwe xwestin. Di nava amûrên me kirîn de, yek jê kêm bûm. Me daxwaza vê amûra xwe kir. Lê gardiyenan bi zorê xwestin amûrek din li şûna wê bidin me. Em li dijî vê yekê derketin. Gardiyenan li ser vê yekê ji me gotin; ‘Hûnê ve bigirin. Dema me ji we re got rûnin hûnê rûnin û dema me got rabin jî hûnê rabin.’ Dûre gardiyenan heqaret li hem kirin û dijûn ji me re gotin. Ligel vê bi cop û mertalan êrîşî me kirin û tundî li me kirin. Vê rewşê di saet 13.30 dest pê kir û heya saet 16.00’an dewam kir.”   ‘KINCÊN ME JI ME KIRIN’   Sevgan, di dewama vegotina xwe de wiha got: “Midûr û sergardiyanê girtîgehê jî di dema bûyerê de li wir bûn. Em bi erdê re kaş kirin û xistin odeya sungerê. Kincên me ji me kirin û em tacîz kirin. Bi nêzîkatiyên rûmeta mirovan dişkînin bi ser me de hatin. Ji me re gotin; ‘Gelo we hêza dewleta Tirk ditiye? Emê hêza dewleta Tirk nîşanî we bikin.’ Bi van gotinan gef li me xwarin.”   RAPOR NEDAN   Sevgîn, dest nîşan kir ku ewlekariya canê wan tuneye û wiha fikarên xwe anî ziman: “Dema em derxistin revîrê, bijîşkê girtîgehê rapor neda me. Bijîşk hewl da ser êrîşê bigire. Bijîşk di dema kontrolkirinê de ji min re got ‘Ev şop, şînayî û reşayî yên berene.’ Ew xwîna min jî vexwin ezê serî netewînim. Ji ber ku em kurdin vê mûameleyê li me dikin. Niha dema em derdikevin korîdoran gotinan ji me re dibêjin. Em bersivê jî nadin wan. Bi dengek bilind deriyê me digirin. Roja ku em derp kirin em xistin hucreya nexweşên bi vîrûsa koronayê ketibûn. Ew ji hucreyê derxistin û em xistin şûna wan. Ji me re gotin ‘Bila ev bimirin û behicîmin.’ Serê hevalê me yê birîndar bû xwestin bidûrin. Ji ber ku nekarin bidûrin, zimba li serê hevalê me xistin. Tiştên hatin jiyîn hemû di qeydên kamerayan de hene.”