40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in 2020-05-25 16:08:34   MÊRDÎN - 40 gundên girêdayî navçeya Qoser û Dêrikê ji ber DEDAŞ'ê ceyran ji ser wan qut kiriye, 11 rojin bê av û bê ceyran dijîn.            Şîrketa Belavkiran Ceyranê ya Dicle (DEDAŞ), bi hinceta deynê wan heye di 14'ê Gulanê de ceyran ji ser gundiyan qut kir. 40 gundên girêdayî Navçeya Qoser û Navçeya Dêrikê yên Mêrdînê 11 rojin bê av û bê ceyran dijîn. Welatiyên gundan ên sewalkarî û çandiniyê dikin diyar kirin ku di vê pêvajoya Covît-19 û Cejna Remezanê de li gel sewalên xwe bê av û bê ceyran dijîn. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û xwest rayedar demek berî demekê vê pirsgirêkê çareser bikin. Li aliyê din bêdengiya rayedarên DEDAŞ'ê didome û welatî 11 rojin bê av û bê ceyran dijîn.