Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin 2020-02-28 15:51:57 ENQERE – Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn eşkere kir ku Erdogan û Pûtîn dê rû bir û hevdîtinê pêk bînin.  Piştî geşedanên li Idlibê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê hevdîtinek pêk anîbûn.    Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn têkildarî vê hevdîtinê daxuyanî da û got: “Serokkomar Erdogan û Pûtîn di hevdîtina telefonê de biryar girtin ku di demek kin de rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.”