Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin 2020-02-28 15:35:30 AMED – Derdorparêz ji bo parastina Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê dê serî li Peymana Ramsar a navnetewî ku Tirkiye jî terefê wê ye bidin.  Tê payîn şandeya UNESCO dê di meha nîsanê de piştî 4 salan ji bo lêkolîna bedenên (sûrên) Amedê ya di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ye were Amedê. Endamên Platforma Parastina Hevselê ya li Amedê beriya hatina vê şandeyê li avahiya Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Berdevkê Platformê Vahap Işikli di civînê de axivî û diyar kir ku dema şandeya UNESCO li Sûrê serlêdanan pêk bîne raporek amade kirine dê radestî wan bikin.   JI BO PARASTINÊ DÊ SERLÊDAN BIKIN    Işikli destnîşan kir ku bi armanca parastina Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê ku dê serî li Peymana Ramsar a di sala 1971’an de hatiye ragihandin û navê xwe ji bajarê Îranê digire û ku Tirkiye terefê wê ye bidin.    Işikli diyar kir ku Peymana Ramsar a ku Tirkiye terefê wê ye qadên avzêm hildide bin parastinê û ji bo parastina Baxçeyên Hevselê jî dê di dema pêşiya wan de hevdîtinek bê lidarxistin. Işikli got ji bo ew mîrateyek ji zarokên xwe re bihêlin hemû kesên ku li ser navê bajêr dikare biaxive di civînê de cih bigire.