'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’ 2020-02-28 15:20:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî şewata li Girava Îmraliyê, li gelek bajan çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat diyarkirin ku daxuyaniyên rayedaran nebesin û divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.  Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylû, duh beşdarî bernameyekê bibû û ragihandibû ku li Girava Îmraliyê şewatê rû daye. Buroya Hiqûqê ya Asrînê, piştî vê daxuyaniya Soylû, ji bo ku rewşa muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê tê girtin bizanibin, serlêdan kirin. Piştî şewata li Girava Îmraliyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat xwestin ku malbat û parêzesrên Ocalan biçin hevdîtinê.    AMED     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Kongeya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER û TÛHAT-FED MED, derbarê şewata duh li Girava Îmraliyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li tên girtin de rû da, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Amedê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Mûsa Farîsogûllari, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Dersim Dag û bi sedan kes welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Dag, daxuyanî xwend û diyar kir ku daxuyaniyên rayedaran raya giştî îqna nekiriye. Dag, da zanîn ku daxwazên parêzer û malbatan ên hevdîtinê, heya niha bi tu awayî nehatine bi cih anîn û xwest demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.    Dag, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Duh di saetên siharê de şewat li Greva Îmraliyê a ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamili Yildirim tê de ne derket.  Agahiya şewatê di encama daxuyaniya Wezîrê Karên Hindir ku di programek televizyonê de daye de em fêr bûn. Bi daxuyaniya duyem re jî gotin ku agirkuj ji Bursayê bi riya behrê xwe digihînin cihê bûyerê.Piştî parêzer û malbatan daxwaza hevdîtinê kirin ji bersivek erênî yan jî nerênî negîhaye destê me. Heya ku hevdîtin pêk neyê daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tên ragihandin wê têrker û bes neyen dîtin.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    RIHA    Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî, derbarê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê. Parlarmentgerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di civînê de axivî û wiha got: “Piştî şewata li Girava Îmraliyê, divê demildest parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtin. Li Greva Îmraliyê şewatek mezin rû daye. Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û ev bêhiqûqî demildest ji holê rakirin.”   Ocalan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pir erzan nêz dibin. Weke ku Birêz Ocalan jî gotî, divê dewlet bi awayekê rasyonel nêzî vê rewşê bibe. Suleyman Soylu her roj ciwan, jin û gelê kurd tehdît dike. Zimanê wî xizmeta şer dike. Em ji vê derê bang dikin. Divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê û hevdîtin bi Birêz Ocalan û girtiyên din re pêk were.”   WAN    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxar (TUHAY-DER) a Wan jî, derbarê şewata li Girava Îmraliyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Nûnerên DBP’ê, HDP’ê, Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet, Federasyona Tuhay- Med û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.    Rêveberê TUHAY-DER’ê Sûat Meşe, daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Ji sala 1999’an ve tecrîdek girankirî li dijî Ocalan heye. Ocalan li Greva Îmraliyê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşînek mezin dide. Derbarê şewata Greva Îmraliyê de, di hijê rayagiştî de fikarên mezin hene. Ew mafê parêzer û malbatan heye ku darbarê jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan de agahî bigirin. Ji bo ku ev pêk were, divê demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.”    MÊRDÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, xwest ku derbarê şewata li Îmraliyê de daxuyaniyeke zelal bê dayîn.   Duh li Girava Îmraliyê ji ber sedmeke ne diyar şewat derket û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)darbarê vê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday ve hat dayîn.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji duh ve tê gotin ku li Îmraliyê şewat çêbûye, lê tu kes nizane ku şewat ji ber çi derketiye. Gel sedema şewatê meraq dike. Ji ber vê demek berî bi demekê divê destûr ji malabat û parêzerên girtiyên li giravê re bê dayîn ku biçin bi xizm û miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.  Bi salan e li wê şewat derneketiye û ne dema şewatê ye jî. Ji ber wê em meraq dikin. Bila agahiyeke zelal derbarê şewatê de ji gel û malbatên girtiyên li giravê re bê dayîn."    Piştî axaftina Kuday daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.