Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2020-02-20 16:54:12   STENBOL - Danişîna doza derbarê xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû kirin, cara 14’emîn hat dîtin.    14'emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatin girtin, Huseyin Aykol, Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak de hatibû vekirin, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Methî Kaya û Lutfî Yavûzaslan ên ji ber dozekê din girtîne, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Aykol, Çapan û Başak ên ne girtî tên darizandin, tevlî danişînê nebûn.    Piştî tespîta nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger, mutalaya xwe ya berê dabû dûbare kir. Dûrê Methî kaya parastin kir û wiha got: “Ev mutala li dijî demokrasiyê ye. Ez beraeta xwe daxwaz dikim.” Parêzserê Aykol û Çapan jî parastin.    Lutfî Yavûzaslan jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku nûçeyên hatine çêkirin di çarçoveya azadiya ramanê de hatine çêkirin. Yavûzaslan dûre  beraeta xwe xwest.    Şandeya dadgehê, derbarê Kemal Yakût û Hasan Başak de biryara girtinê da û danişîn taloqî 14’ê Gulanê kir.