Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin 2020-02-20 16:53:27 WAN - Aktivîstên TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qelqelî û Serayê bi jinan re hatin civiyan.  Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeyên Qelqelî û Serayê bi jinan re civîn li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Aktivîstên TJA'yê xwestin li gundê Çubukluyê yê Qelqeliyê bên gel hevdu. Leşkeran xwestin çalakiyê asteng bikin.    Aktivîstên TJA'yê tevî hemû astengiyan belavokên 8'ê Adarê li gund belav kirin.    Piştî belavokan aktivîstên TJA'yê dawî li çalakiya xwe anîn.    Aktivîstên TJA'yê û Hevseroka Şaredariya Serayê Caziye Duman ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin li gundê Avzerkê yê Serayê bi jinan re hatin gel hev. Jinan serdana malan kirin û belavokên 8'ê Adarê belav kirin.    Çalakî bi kilamên dengbêj Meryem Tuncer bi dawî bû.