Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî 2020-02-20 16:44:14 AMED - Platforma Yekitîya Jinên Kurd, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.    Platforma Yekitîya Jinên Kurd, tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Paltformê di daxuyaniya xwe de 21'ê Sibatê pîroz kir û bal kişand ser daxwaza fermîbûna zimanê kurdî û bang kir ku her kurd ne rojekê her roj zimanê xwe biaxivin.    Daxuyaniya platformê bi temamî wiha:    "Wekî ku tê zanîn,  her miletek û netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Di pêşî de em wek Platforma Yekîtîya Jinên Kurd li xwe û li hemû cîhanê 21’ê Şibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê pîroz dikin. Em kurd jî miletek in, netewek in û xwedî çand û ziman in. Mafê me yê rewaye ku zimanê me jî weke zimanê her miletî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ziman sitûna serekeye ya nasnamê ye. Di vê çerçoveyê de em piştgiriyê didin hemû xebatên ji bo ziman. Banga me ji hemû dewletên cîhanê re heye ku piştgiriya zimanê kurdî bikin û bikin ku zimanê kurdî têkeve nav zimanê navdewletî. Em wek platform bang dikin ku zimanê xwe ne rojekê her roj, her saet, her kêlî, li mal, kolan û bazarê biaxifin û pîroz bikin."