Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen 2020-02-20 16:21:57 AMED – Endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, MEBYA-DER, TUAY-DER, KÎD û gelek welatiyan şîna Erhan Olçen ê piştî 108 rojan şunde hat definkirin, ziyaret kirin. Malbata Olçen, cenazeyê kurê xwe Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 3’yê Mijdara 2019’an de li Liceyê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 108 rojan ji morga Nexweşxane ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê wergirti bû. Malbatê cenazeyê kurê xwe li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê di bin dorpêça polîsan de veşarti bû. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari, endam û rêveberên HDP’ê û Partiya Heremên Demokratîk (DBP)yên bajêr, endam û rêveberên HDP’ê yên navçeyên Rezan, Peyas, Sûr, Yenîşehîr, Farqîn û Hezroyê, endam û rêveberên DBP’ê yên navçeya Rêzan û Farqînê, endam û reveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiya (TUAY-DER), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî çîn serdana şîna Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) ê HPG’î ku di operasyona leşkerî ya 3’yê mijdara 2019’an de li navçeya Lîce yê Amedê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 108 rojan ji morga Nexweşxane ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatibû girtin û definkirin.    Malbatê, diyar kir ku ji ber zextên polîsan rayedarên Mala Şînê ya Farqînî nehiştin ku wêneyê kurê xwe Erhan Olçen li mala şînê ve daliqîn in.    Şîna Olçen wê sibê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.