Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin 2020-02-20 15:57:44   ÊLIH - Têketina Heskîfê bi destûrê qaymeqam ve hat girêdan û tabeleya navçeya ku bûye yek ji sembolên navçeyê jî hat xwestin ku bê daxistin. Ev yek rastî berteke welatiyan hat.  Ava Bendava Ilisûyê, li Heskîfê bi lez bilind dibe û têketina navçeyê bi destûra qaymeqam ve hat girêdan. Hat diyarkirin ku li deverên navçeya dîrokî xurdevanan dest bi yaxmekirinê kirine. Ji bo ku wesayît neçin navçeyê, ji aliyê Êlihê ve pêra ku diçe navçeyê bi xweliyê hat girtin. Dê di demeke nêzik de pêra diçe navçeyê di bin avê de bimîne. Berî ku pêr di bin avê de bimîne, milên pêrê yên hesên hemû hatin jêkirin. Li nav navçeyê jî destûr nehat dayîn ku welatî avahiyan hilweşînin û xurde û hesinan ji wan xwe re derxin. Tenê destûr hat dayîn ku avahiyên dewletê bên hilweşandin û xurde û hesinên wan hatin derxistin.    Ji bilî van tiştên ku li nav navçeyê diqewimîn, di têketina navçeyê de jî bi kemçeyeke ku nehat zanîn a kî/ê ye, hat xwestin ku tabeleya navçeyê bê daxistin. Ji ber ku heskîfiyan bertek nîşanî daxistina tabeleyê, kesên ku xwestin tabelayê daxînin dev ji daxistina tabelayê berdan. Welatiyan ji bo ku tabela neyên daxistin bang li rayedaran kirin. Heskîfiyan got ku heke Heskîf di bin avê de bimîne jî divê ku tabeleya Heskîfê neyê daxistin û ji bo ku talanker bikevin navçeyê bergirî bên girtin.