Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist 2020-02-20 15:36:19 ENQERE – HDP di 23'ê Sibatê de dê 4'emîn Kongreya Asayî li dar bixin. Tê payîn ku di asta navneteweyî de gelek kesên navdar beşdar bibin. Tê gotin ku dê kongre bibe şahiya hêza enternasyonalist. Ji gelek welatên Rojhilata Navîn, Iraq, Ewropa, Herêma Federe a Kurdistanê û Avustralya jî dê beşdar bibin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 23'ê Sibatê de li Salona Arena ya  Enqereyê 4'emîn Kongreya Asayî li dar bixin. Tê payin ku ji 26 welatan û 54 nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Dê gelek peyamên dîmen û nivîskî yên ji welatan bên li salonê bên xwendin. Bi taybetî dê ji welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û welatên ewropa gelek nûnerên partiyên siyasî tev li kongreyê bibin. Hin nûner û partiyên siyasî yên tev li danişînê bibin wiha ne: Partiya Çep a Fransa, Partiya Çep a Swêd, Partiya Karkerên Sosyalîst a Norveç, Partiya Sor a Norveçê, Partiya Karkerên Îngîlîstanê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê, Cîgirê Serokê Partiya Çep a Ewropayê Pierre Laurent, Serokê Îtîfaqa Azad ê Ewropa (EFA) Lorena Lopez de Lacalle, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Ewropa Giacomo Filibeck, Endamê MYK'ê yê SYRIZA'ê Yiannis Bournous, Endamê koma Konseya Ewropa UEL Tiny Kox, Berpirsiyarê Karên Derve yê Die Linke a Almanyayê Oliver Schröder, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Komünist a Ewropa Maurizio Acerbo, Endamê kongreya Îspanya ya Podemos Roberto Uriarte Torrealday.   DÊ JI FÎLÎSTÎNÊ TEV LI KONGREYÊ BIBIN   Dê ji herêma Federe a Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Endama Parlamentoya Eniya Rizgariya Gel a Filistinê Leyla Halid, Berpirsê Karên Derve yê Îtêifaqa Gel a Sosyalist a Misirê, Mamdouh Habeshi, Partiya Komînîst a Lubnanê Polisario  û ji Sahara Rojava jî dê te li kongreyê bibin.    ŞAHIYA PIŞTEVANIYA ENTERNASYONALİST    Cigirê Serokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Karên Derve  Hişiyar Ozsoy, diyar kir ku kongreya wan dê bibe şahiya piştevaniya enternasyonalist  û wiha got: "Me wekî nûnerên karên derve yên HDP'ê ji bo ji welatên Ewropa, Efrîqa û Rojhilata navîn gelek kes beşdar bibin xebatek meşand. Dê ji Fas, Lubnan, Tunus û Filistinê û gelek welatên din tev li kongreyê bibin. Kongreya me di qada navneteweyî de kelecanek pir mezin ava kiriye. Dê ji 30 sefiran wekî nûner û çavdêr beşdar bibin.  Ozsoy, anî ziman ku ew li benda mêvanan in û wiha axivî: "Ji ber kongreya HDP'ê girîng e, dê di asta jor de gelek kes beşdar bibin. HDP'ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorek mezin û girîng dibînin.    Berdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê Feleknas Uca jî anî ziman ku kongreya xwe di pêvajoyek pir dîrokî de li dar dixin û got: "Kongreya me dê hem li dijî zextên li Tirkiyeyê û hem jî zextên li ser partiya me bibe bersîvek xurt. Îro HDP ji bo gelên li Tirkiyeyê buye hevî. Dîsa ji bo siyasetmedarên Ewropa jî bûye hevî. Em bi kelecan û bawerî li benda hemû gelê xwe ne ku bi kelecanek mezin tevlêbûnek pir xurt nîşan bidin.    MA / Berîvan Altan