Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin 2020-02-20 14:52:54 AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî hatibû avakirin, derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî de daxuyaniyek da çapemeniyê.   Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda kurdî hatibû avakirin, derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî ku ji aliyê UNESCO'yê ve hatiye ragihandin, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber û endamên Torê beşdarî civînê bûn û bi zaravayên kurmancî û kirmanckî daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya kurmancî ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Torê Parêzer M. Emîn Aktar û ya kirmanckî jî ji aliyê endamê Torê Hidir Karataş ve hat dayîn. Aktar, pêvajoya îlankirina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî bi bîr xist û wiha got: "Em kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên netewî, doza azadiya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendiya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî ji Ehmedê Xanî û Xaney Qubadî ve di nav kurdan de heye." ‘KEND Û KOSPÊN LI SER ZIMAN RAKIN’   Aktar, qala hezker û xemxwarên zimanê kurdî de jî ev tişt got: "Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadiya çand û zimanê kurdî dikin. Zimanê me hê jî nebûye xwediyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e û gelek astengî li pêşiya zimanê me hene. Lewma jî divê  zimanê me bibe xwediyê statûyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têbikoşin.’   KURDÊN XWENAS HEWCE YE TEVLÎ GEŞKIRINA ZIMAN BIBIN   Di berdewama axaftina xwe de Aktar, destnîşan kir ku ew weke endamên torê bi bîr û baweriyeke mezin hatine cem hev û wiha pêde çû: "Em ê bi vê bîr û baweriyê xebatê xwe bimeşînin. Di vê roja girîng de em bang li hemû kurdên xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna  parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bibin." Aktar, herî dawî jî got ku dê îşev saet di 21:00an de bi hastaga #herrojkurdi li ser medya civakî rojevek bidine avakirin û bang li hemû kurdên ku medya civakî bi kar tînin kir ku vê hashtagê parve bikin.