Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan 2020-02-20 14:45:06 AMED – Xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 3 meh in mûçeyê xwe yê sermayeya veberhênanê û nobetê ne girtine saetek dest ji kar berdan.    Xebatkarên tenduristiyê û rêxistinên tenduristiyê ev demek e radigihînin ku xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebitin 4 meh in nikarin mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê werbigirin. Xebatkarên tenduristiyê bi boneya mûçeyê xwe bigirin îro saetek dest ji kar berdan û li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên tenduristiyê yên li Amedê jî destek dan xebatkaran.    Di axaftinên daxuyaniyê de nedayîn mûçeyên karkeran hat rexnekirin û xwestin demildest daxwaza xebatkaran were qebûlkirin.