Girtiyên PKK û PAJK’î: Em xwedî li girtiyan derkevin 2020-01-29 12:23:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteyên Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku zindan bûne êşkencexane û bang li gel kir ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê xwedî li girtiyan derkevin.   Komîteya Girtîgehan a PKK'ê û PAJK'ê têkildarî zextên li ser girtiyan daxuyanî dan. Daxuyaniya Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê wisa ye: “Siyaseta înkar û qirkirinê a hikûmetê ya faşîst li her qadê bi metodên qirêj û bêexlaqî didome. Li derve û hundir, li her derê bi tenê mirinê ji Kurdan re rewa dibînin. Feraseta ‘Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye, Kurdê ku îradeya wan hatiye şikandin û teslîm hatiye stendin e’ îro jî bi metodên qirêj dikeve meriyetê. Her dera welat bûye girtîgeh, şîddet, êşkence û qetlîam bûye tekane rêya ku desthilatdarî li ser pêyan bisekine. Herî zêde jî desthilatdarî li zindanan van kiryaran dixin meriyetê. Hemû kesên berxwedêr dixin zindanan, mirina fîzîkî û siyasî li ser wan tê ferzkirin. Girtîgeha Îmraliyê di serî de zindan bûne êşkencexane."    Komiteyê anîn ziman ku bi taybetî bi tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hewl didin ku gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê teslîm bigirin û wiha lê zêde kir: "Êdî her roj ji zindanan nûçeyên mirinê û tabût tên. Bi deh hezaran girtiyên şoreşger êşkence li ser wan hene û nayên tedawîkirin. Hevalên me Nebî Îlhan, Nûrcan Bakir û Huseyîn Polat di du hefteyên dawîn de şehîd bûn. Bi hezaran girtî hene ku tedawiyên wan nayê kirin û terkî mirinê hatine kirin, ev jî diyar dike ku ev hejmar di demên pêş de dibe ku zêde bibe."    'RAYA GIŞTÎ BÊ DENG E'    Komîteyê bedengiya derve jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Tişta herî xerab jî ev e ku raya giştî ne bihîstyar e. Reflekseke cîddî ya civakî dernakeve holê, ev tişt jî hêzê dide kesên qetlîamê dikin. Di vî warî de para bêdengî û bêbertekiya me jî heye. Em tu kes ji ser vê faşîstbûnê nikarin qetlîaman rave bikin û wijdanê xwe aram bikin. Malbatên girtî û şehîdan di serî de, divê siyaseta demokratîk, rêxistinên ciwan û jinan berpirsyariya wan ev e ku pêşengtiya vê berxwedanê bikin. Divê em hemû kes biryara xwe bidin, tişta pêwist bikin. Faşîzm sûdê ji tirsa me werdigire û bi vî awayî xwe li ser lingan disekine. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bila rabin ser xwe û li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi şîara ‘Bila ji zindanan tabût neyên’ xwedî li girtiyên şoreşger derkevin.”