Li Hevşaredarê Stewrê yê berê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn 2020-01-29 12:13:45   MÊRDÎN – Di sala 2017’an de qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen hatibû kirin û ew girtibûn. Dadgehê ji ber vê darizandinê 10 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Alokmen.    Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Stewrê yê berê Mehmet Aydin Alokmen ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, demek hat girtin û pişt re hat berdan jê tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Alokmen  beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî di danişînê de amade bû. Piştî tespîta nasnameyê dadger ji dozger mutala xwest.   Dozger bi hênceta Alokmen beşdarî merasîma cenazeyan û meşan bûye û şahidên nepen ên bi navê “Gurbuz” û “Saadet” li ser îfade dane, delegebûna wî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parvekirinên medya civakî sûcdar kir û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” xwest were cezakirin.    ‘DELÎL TUNE YE’    Parêzerê Alokmen, Erdal Kuzu têkildarî dosyeya miwekîlê xwe parastin kir û got di dosyeyê de tu delîleş şênber tune ye û xwest miwekîlê wî were beratkirin.    10 SAL Û 3 MEH CEZA BIRΠ   Pişt re heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir bi angaşta “endamtiya rêxistinê 5 sal ceza da. Dadger ceza zêde kir û derxist 7 sal û 6 meh birî. Ji angaşta “propaganda rêxistinê” jî salek, 21 meh û 22 roj ceza li Alokmen birî.