Qeyûm pereyê alîkariya mazotê ya dabû şaredariya Hezo, ji encûmenên HDP'î xwest 2020-01-29 11:22:04   WAN – Qeyûmê tayînî şaredariya Wanê hat kirin, pereyê alîkariya mazotê ya dabûn şaredariya Hezoyê ji endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î xwestin. Qeyûm xwest 36 endamên meclîsa Wanê yên HDP'î 30 hezar TL bidin.    Piştî qeyûm tayîn şaredariya Wanê hat kirin, qeyûm 30 hezar tl pereyê heqê alîkariya mazotê ya dabûn Şaredariya Hezoyê ji endamên meclîsa Şaredariya Wanê yên HDP'î xwest. Balkêş e qeyûm pere tenê ji 36 endamên meclîsa şaredariya Wanê yên HDP'î xwest. Mufetîşê mulkiyê biryara ji aliyê meclîsê ve hatiye girtin lêkolîn kir û îdîa kir ku biryar li dijî rêziknameyê ye.