Walitiya Meletiyê: 430 avahî hilweşiyane 2020-01-29 10:58:04 MELETÎ - Walîtiya Meletiyê ku bîlançoya erdhejê aşkera kir, da zanîn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 481 kes birîndar bûne û 430 avahî jî hilweşiyane.    Walitiya Meletiyê, bîlançoya erdheja ku navenda wê navçeya Xûxê ya Xarpêtê bû, aşkera kir. Walitiyê, diyar kir ku di erdhejê de 4 kesan li Meletiyê jiyana xwe ji dest daye û 481 kesan jî serî li navendên tenduristiyê daye û tedawiya 21 kesan didome. Walîtiyê, destnîşan kir ku li gorî tespîtên wan 430 avahî hilweşiyane û xebatên wan ên tespîtê bi 180 kesî didomin.