Penaberên Sûriyê li konên erdhejê bi cudakariyê re hevrû dimînin 2020-01-29 10:57:51 XARPÊT – Li Parka Kulturê ya Xarpêtê AFAD’ê kon ji bo welatiyan vedaye. Penaberên Sûriyê yên li vê parkê wek berpirsiyarên kêmasiya pêdivin digirin û bi cudakariyê re rû bi rû dimînin. Penaberan got polîs dixwazin wan bibin konên derveyî bajêr.  AFAD’ê ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê li Parka Kulturê bi qasî 300 kon vedan. Xwarin û betaniye li welatiyên li van konan tê belavkirin. Penaberên ji Sûriyê ji ber şer reviyane hatine Xarpêtê jî li vir dimînin. Xwarin, kon û betaniyên têne belavkirin têra welatiyan nakin. Penaberên Sûriyê ji vê yekê berpirsiyar digirin û tên tewanbarkirin. Welatiyên ji Sûriyê bûne penaber bi nêzîkatiyên cudakariyê re rû bi rû dimînin. Dem bi dema gengeşî di navbera şêniyên ji Xarpêtê û penaberên Sûriyê de derdikeve û polîs mudaxeleyî vê yekê dikin.    BI ÇAVEK DIN LI PENABERAN TÊ NÊRÎN    Li Parkê di nav konan de rewşek rageşî heye. Konên penaberên Sûriyê ji yên şêniyên Xarpêtê hatine veqetandin. Li van konan herî zêde zarok diqefilin li wan sar e. Dema alîkarî tê parkê û belavkirin cudakarî xwe bi gotinên wek “Bes e bes, çavê we têr nabe” li dijî penaberên Sûriyê dide nîşandan. Ji ber alîkariyê gotinên nexweş ji penaberan re tê gotin û bi çavek din li wan tê nêrîn.    Li Parkê hin welatiyên ji Xarpêtê jî penaberan wek mêvanên xwe dibînin û ji bo heta vegerin welatê xwe bi ferasetek baş nêzî wan dibin.    ‘ŞERTÊN ME NEBAŞ IN’    Penaberên Sûriyê ji bo ji me re biaxivin metirsiyên wan hene û naxwazin biaxivin û xwe paş de didin. Jinek penaber a ku nexwest em fotografê wê bikişînin da zanîn ku rewş û şertên wan her ku biçe wê nebaştir bibe.    ‘POLÎS DIXWAZIN ME DERXIN DERVEYÎ BAJÊR’    Yek ji penaberên Sûriyê Yaqûp Xelef ê 4 sal berê ji Sûriyê li gel malbata xwe hatiye li Xarpêtê bi cih bûne û mala ew têde bûne ji ber erdhejê xesarek mezin dîtiye. Xelef got ew neçarin li vir bimînin. Xelef da zanîn ku polîsên tên cem wan ji wan re dibêjin ku dê penaberan bibin derveyî bajêr û li wan konan bicih bikin. Xelef got ew xwe li nav bajêr bi ewle hîs dikin û naxwazin biçin derveyî bajêr.    MA / Lezgîn Akdenîz