Dadgehê li M.A., yê tecawizî zaroka 9 salî kir 62 sal û 6 meh ceza birî 2020-01-29 10:53:12   COLEMÊRG - Dadgehê li M.A., yê ku navçeya Geverê ya Colemêrgê tecawizî zaroka 9 salî kir, 62 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê M.A., yê 53 salî di 22'ê Cotmeha 2019'an te tecawizî zaroka 9 salî kiribû. Piştî bûyerê li ser îxbarê M.A., li ser sûc hat binçavkirin û girtin. Piştî bûyerê doz li M.A., hatibû vekirin. Danişîna doza M.A., duh li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. M.A., li sûcê xwe mikur hat û Dadgehê 62 sal û 6 meh ceza birî. Heyeta dadgehê bi sucdariya “Bi gefan tacîz û tecawizî zarok kiriye" û “Bi armanca tecawizê zarok ji azadî u huriyeta wî dûr xistiye" ceza birî. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û endamên Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Colemêrgê jî tev li danişînê bûn. Heyeta dadgehê piştî danişînê 62 sal û 6 meh ceza birî.    Prz. Harika Gunay Karataş, diyar kir ku ji van sûcan hemû beşên civazê zerar dibîne û ev yek bi destê dadgehê jî hatiye îspatkirin.