Karkerên pîşesaziyê û MESS'ê li hev kirin 2020-01-29 10:34:54   STENBOL - Sendîkaya Tirk Metalê û MESS'ê, di peymana komkarî ya ku 200 kargeh û 130 hezar karkerên metalê eleqedar dike de li hev kirin.    Sendîkaya Tirk Metalê û Sendîkaya Pîşesazên Metalê ya Tirkiyeyê (MESS), di peymana komkarî de li hev kirin. Bi Peymana Komkarî ya Koma MESS'ê re ku dema 2019-2021'ê dihewîne nav xwe, ji bo 6 mehên destpêkê bi rêjeya ji sedî 18,49 û ji bo yekûna sala destpêkê jî bi rêjeya ji sedî 25.50 mûçeyê karkeran hat zemkirin. Serokê Sendîkaya Tirk Metalê Pevrûl Kavlak, lihevkirinê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand û diyar kir ku têkoşîna xwe ya demeke dirêj bi serkeftinê bi dawî kirine.