Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin 2020-01-29 10:19:25 XARPÊT - Derket holê li navçeya Xûxê ku navenda erdheja Xarpêtê bû, nexweşxane tuneye. 10 rojan beriya erdhejê, gelê navçeyê bi daxwazaneyan serî li Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar daye û diyar kirine ku terkî mirinê tên kirin. Hevseroka Şaxa SES'ê Derya Coşkûn, diyar kir ku li navçeyê tenduristiya gel tune tê hesibandin.    Li navçeya Xûxê ku navenda erdheja bi pîleya 6.8 a Xarpêtê bû, nexweşxane tuneye. Li gel ku beriya niha jî 3 erdhejên mezin li navçeyê pêk hatine, ji bo avakirina nexweşxaneyê tu gav nehatine avêtin. Di erdheja herî dawî ku di 24'ê Çileyê de li navçeyê pêk hat de 41 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 600 kes jî birîndar bûn. Li gundê Çevrîmlîtaş ê navçeyê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kesan jî gundiyan bi derfetên xwe ew ji bin kavilan rizgarkirin.    NAVENDA TENDURISTIYÊ HEYE   Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2018'an, 52 gundên navçeyê hene û gelheya wê jî 10 hezar e. li navenda navçeyê tenê Navenda Tenduristiyê ya Civak û Malbatê heye. Li navendê 3 bijîjkên malbatê peywirdar in û ambûlansek heye. Amûrên tansiyon, tehlîl, rontgen û labûratûvarê ku bi wan tedawiya nexweşan yê kirin, li navendê tunene. Dîsa tu tiştekî ku mudaxaleya lezgîn pê were kirin tuneye. Bi şev bijîjkek û hemşîreyek li navendê dimînin.    SOZ HATIYE DAYÎN LÊ NEHATIYE ÇÊKIRIN   Li gel ku li hemû navçeyên Xarpetê nexweşxane hene jî li Xûxê qet nexweşxane nehatiye çêkirin. Ji bo çêkirina nexweşxaneyê, rayedaran gelek caran soz daye lê çênekirine. Hat hînbûn ku 10 rojan beriya erdhejê, gelê navçeyê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo çêkirina nexweşxaneyê de bi daxwazaneyan serî li Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar daye û daxwaz kirine ku li navçeyê nexweşxane bê çêkirin.     WEZÎR DÎSA SOZ DA   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, duh serdana navçeyê kir. Koca weke mizgînî bide, diyar kir ku biryar dane ji bo Xûxê bi awayekî lez û bez nexweşxaneyek çêbikin.    'EM TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN'   Welatiya bi navê Zehra Ozturk ku li navçeyê têkoşîna çêkirina nexweşxaneyê dide, diyar kir ku 2 sal in ji bo lêkirina nexweşxaneyê bi saziyên fermî û siyasermedaran re hevdîtinan kirine û wiha got: "Me hem bi devkî hem jî bi nivîskî daxwazên xwe yên çêkirina nexweşxaneyê aniye ziman. Lê bi tu awayî encam negirt. Heta 10 roj beriya erdhejê îmzeyên ku me ji bo çêkirina nexweşaxaneyê kom kiribûn, ji Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar re şand. Lê me ji vê jî bersivek negirt. Her tim soz tên dayîn lê di pratîkê de tiştek çênabe. Kes eleqedar nabe, em li ber çavan terkî mirinê tên kirin."   SES: TENDURISTIYA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN   Hevseroka Şaxa SES'ê ya Xarpêtê Derya Coşkûn, bi bîr xist ku navçeya Xûxê li ser terka navenda erdhejê ye û ev tişt anîn ziman: "Ji bo ku rojek zûtir nexweşxane bê çêkirin divê bi awayekî lez û bez xebat bên destpêkirin. Li bajar, ji bo pêşxistina tenduristiyê her cûre cihên civakî hene lê nexweşxane tuneye. Ev jî tiştekî sosret e. Li navçeya Xûxê tenduristiya gel tune tê hesibandin. Mirov nikarin ji xizmeta tenduristiyê sûd werbigirin. Ji bo ku roejk zûtir nexweşxane çêbibe dê hewldanên me jî çêbibin."   MA /  Semra Tûran