‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’ 2020-01-29 10:12:40 STENBOL – Leşkerê ku karsazê kurd Abdullah Canan bi îşkenceyê li qereqolê qetil kir, tevî biryara dadgehê jî hat berdan. Tayyup Canan ê 24 sal in têkoşîna hiqûqî birêve dibe got: “Cenazeyê bavê min bi zanebûn roja cejnê dan me. Ji wê rojê şûnve êdî me qet cejnan pîroz nekir.”   Di encama polîtîkayên dewletê de di salên 1990’an de bi sedan gund hatin şewitandin, hilweşandin û valakirin. Ji van gundan bi hezaran welatî neçar man koçber bibin. Li dijî şewitandina gundan kesên têkoşînê birêve dibirin çîrokek din li benda wan bû. Wek ku cenazeyê karsazê kurd Abdullah Canan ê di 17’ê çileya 1996’an de hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî rojek cejnê didin malbata wî. Fermandariya Tabûra Komandoyê ya Geverê di 21’ê mijdara sala 1995’an de bi ser gundê Befircanê ya Geverê de digirin û zirarê didin malên gundiyan. Karsaz Abdullah Canan û xizmên xwe bi hênceta cendirmeyan zerarê daye malê wan derbarê Serdarê operasyonê Mehmet Emîn Yurdakul de serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê didin û giliyê wî dikin.   Tevî gefên Yurdakul jî Canan dest ji gilîkirinê bernade. Canan dema di 17’ê çileya 1996’an de bi otomobîla xwe ya taybet diçû Colemergê eskeran li Pira Keremaga ew rawestandin û binçav kirin. Yên Canan binçavkirin Yurdakul û eskerên li gel wî bûn. Otomobîla Canan di 21’ê çileya 1996’an de li ser rêya Elbakê û Wanê bi awayek terkkirî hat dîtin. Cenazeyê Canan jî di 21’ê sibata 1996’an rojek cejnê de li derdora gundê Guldali li ser rêya Geverê di bin menfezeke rê de hat dîtin.    Kurê Canan, Tayyup Canan behsa windakirin û têkoşîna hiqûqî ya ji bo bavê xwe daye kir û got rêbazên DAIŞ’ê hêj di wê serdemê de xwe dabû nîşandan û vê yekê jî di bin navê “Çeteya Geverê” birêve dihat birin.    FERMANDAR LI ODEYA XWE GEF LÊ DIXWE    Canan da zanîn ku fermandarê cendirmeyan Yurdakul bang li bavê wî kiriye û di odeya xwe ya qereqolê de gefên kuştinê li bavê wî dixwe. Canan anî ziman ku bavê wî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin û di encama vê şopandinê de rojek dema bavê wî diçû Colemêrgê bi rê de binçav dikin û qetil dikin. Canan diyar kir ku tevî rayeya fermandar Yurdakul a rê kontrol bike jî tune bûye lê bi pêşengiya wî rê hatiye kontrol kirin û bavê wî binçav kirine. Canan got ew pir dereng hîn bûne ku bavê wî binçav kirine û windakirine. Canan da zanîn ku piştî ew rewşê hîn bûne demildest li Geverê serî li hemû saziyên fermî dane û wan piştî bûyerê 4 roj otomobîla bavê wî bikar aniye li ser rêya Elbakê ya di navbera du qereqolan de bi awayekî bêxwedî dîtine. Canan got hemû rayedarên dewletê yên demê li hember kuştina bavê wî bêdeng man.    ‘EM WÎ SAX DIXWAZIN’    Canan bi bîr xist ku têkildarî windakirina bavê wî li ber Qonaxa Hikumetê ya Geverê û Fermandariya Cendirmeyan çalakî li dar xistine û got: “Me got ‘We Abdullah Canan sax girtiye em wî sax dixwazin.’ Me çalakiyek wiha kir. Êrîşî me kirin. Her cûre zext li ser me kirin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Wan dît ku em bi biryar in gotin ‘ya herî baş ew e em cenazeyê van bidin wan.’ Ji ber biryarbûna me neçar man cenaze dan me.”   ‘ŞANA DI RÛYÊ WÎ DE JÎ BIRÎ BÛN’    Canan anî ziman ku piştî têkoşîna dijwar a 35 rojan cenazeyê bavê wî 300 metre dûrî gundê Guldali di bin menfezekî de hat dîtin û got: “Ji nêz ve bi 7 guleyan hatibû kuştin. Qirika wî jê kiribûn. Di rûyê bavê min de şanek wî hebû, ez heyranê wê şana wî bûm. Şana wî jî jê birîbûn. Roja cenazeyê bavê min hat dîtin rojek cejnê bû. Bifikirin rojek cejnê cenazeyek winda tê dîtin. Wê tiştê bi zanebûn kiribûn. Tişta ku xwestin bînin serê me cejnê li me qedexe û reş bikin. Jixwe piştî wê rojê li mala me cejn nehatin pîrozkirin.”   ‘DMME’YÊ QATILAN TEŞHÎR KIR’    Canan behsa têkoşîna hiqûqî ya ji bo windakirin û qetilkirina bavê xwe jî dane kir û got: “Piştî me cenaze dît lê dîsa jî me dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî û edaletê berneda. Ji bo dîtina kujeran me her cûre têkoşîn birêve bir. Lê kenê mirov bi biryarên doza bavê min didan dihat. Piştî ku me ji dadgeha Tirkiyê encam negirt, me serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da. Piştî têkoşîna salên dirêj DMME’yê di sala 2007’an de Tirkiyê mehkûm kir. Bi biryara DMME’yê kujerên bavê min hatin teşhîrkirin. Lê li cihê ku edalet û hiqûq tune be kujer jî nayên darizandin û cezakirin. Ji ber vê rewşê bi rehetî însanan dikuştin û wan winda dikirin. Em dixwazin êdî ev qatil dernekvin holê.”    ‘ÊŞA ME NEHATIYE SOTIN’    Canan bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê û xizmên windayan hatiye qedexekirin û got: “Ji bo me li Meydana Galatasarayê van qatilan teşhîr dikir li me qedexe kir. Ew der meydana teşhîrkirinê ye. Baş e, wê çawa lêgerîna me ya edaletê û êşa di dilê me de çawa qedexe bikin? Ev êş wek agirê bizotê pêketî ne. Ev êşa me tenê bi dîtina qatil û darizandina wan dikare were vemirandin. Ez wisa bi bawerim dê rojek ev qatil li hember darazek bi edalet werin darizandin.”    MA / Nacî Kaya