Li Amedê ciwanek hat binçavkirin 2020-01-29 10:11:57   AMED - Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan di serdegirtina malê de ciwanê 19 salî Sadun Tutmaz binçav kirin.   Polîsan di saetên serê sibê de li Taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê bi ser mala Sadun Tutmaz ê 19 salî de girtin û binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan mal belav kiriye û Sadun Tutmaz birine Muduriyeta Polîsan a Amedê.  Nehat zanîn ku Tutmaz bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin.