Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin! 2020-01-29 09:01:35 ENQERE - Hasan Mûhammed Îbîş ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye diyar kir ku di hucreya yekkesî de "jimartina li ser pêya" lê tê ferzkirin. Her wiha li Îbrahîm Sutçu yê di hucerya yekkesî de ye jî cezayê hucreyê hatiye birîn.  Malbata Îmrahîm Sutçu yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye anî ziman ku li girtîgehê mafên girtiyan tên binpêkirin. Xwişka wî Sevîm Sutçu diyar kir ku birayê wê nêzî 4 salan di Girtîgeha Osmaniyeyê de maye û di 26'ê Îlona 2019'an de sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê hatiye kirin.    ‘4 MEH IN DI HUCREYEKÊ DE YE'    Sutçu, da zanîn ku birayê wê 4 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û got: "Roja birayê min hatiye sirgûnkirin diviya telefonî malê bikira, ji ber ku nekiriye me telefonî girtîgehê kir. Ji me re gotin, ne li vira ye. Wekî din tiştek negotin. Paşê em hîn bûn u sewqî Girtîgeha Eregliyê kirine".    Sutçu, destnîşan kir ku birayê wê ji tu çalakiyeke civakiyî sûdê nagire û bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Sutçu, anî ziman ku birayê wê û kesên ji ber cemaetê hatine girtin di heman korîdorê de ne û rojê tenê saetekê dikare biçe hewadariyê. Sutçu, got: "Îbrahîm bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, lê cezayê hucreyê lê dibirin. Her wiha cezayê telefonê jî lê birîne û em ê 2 hefteyan nikaribin bi hev re biaxivin".   Sutçu, anî ziman ku ji ber nameyên kurdî cezayên dîsîplînê tên birîn û got: "Îbrahîm gav jî bavêje cezayê dîsîplînê lê tê birîn. Bi hinceta 'wê hin kesên din birêxistin bike' wî xistien hucreyê. Gava li Osmaniyeyê bû, bi awayekî fizîkî tahde lê dihat kirin. Li Girtîgeha Eregliyê jî bi şideta derûnî re rû bi rû dimîne".    'JI BER KU KURD E'    Dayik Sutçu, Nazîfe Sutçu jî got: "Di hucreyê de cezayê hucreyê li kurê min dibirin. Dixwazin derûniya kurê min xirab bikin. Ji xwe li Osmaniyeyê bi tahdeyeke fizîkî re rû bi rû dima. Niha jî bi tahdeyeke derûnî re rû bi rû dimîne. Ji ber ku kurd e van tiştna lê dikin". Dayik Sutçu, da zanîn ku serî li Wezareta Dadê û ÎHD'ê dane û xwest binpêkirênên mafan bi dawî bibin.    PARÊZERÊN OHD'Î RAPOREK AMADE KIRIN    Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê çûn Girtîgeha Ereglî ya Konyayê û raporek amade kirin. Parêzeran di raporê de ji bo hevdîtina xwe ya bi Îbrahîm Sutçu re gotine: "Ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin. Ji roja hatiye sewqkirin bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne û tê tecrîdkirin. Daxwazên wî yên ji bo çûyîna qawîşê bi awayekî kêfî tên redkirin. Zêdeyî 4 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, tenê rojê saetekê dikare biçe hewadariyê û li hucreyê cezayê hucreyê lê tê birîn. Cezayê hucreyê di 20'ê Çileyê de dest pê kiriye".    HATIYE DERBKIRIN    Her wiha di raporê de tê gotin ku girtiyê bi navê Hasan Mûhammed Îbîş jî bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Di raporê de tê diyarkirin ku di 26'ê Kanûna 2019'an de gava Îbîş sewqî Girtîgeha Eregliyê tê kirin li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye sergardiyan û 3 gardiyanên din ew derb kirine û piştî lêgerînê li devereke ku kamera lê tunene hatiye îşkencekirin û dewsên îşkenceyê li ser canê wî hene.    Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku Îbîş piştî îşkneceyê 2 rojan nikaribûye rabe ser xwe û hîn jî birînên wî nekewiyane. Di raporê de hat gotin ku di ser bûyerê re mehek derba bûye lê hê jî şûna birîna Îbîş dixuyê. Di raporê de hat gotin: "Derbarê vê îşkenceyê de daxwaznameyek daye dozgeriyê, lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Xwstiye rapora derbkirinê wergire lê nedanê. Her roj saetekê tenê dikare biçe hewadariyê. Radyo û rojnameyan nadinê.    DI HUCREYA YEKKESÎ DE JIMARIYA ŞIPYAKΠ   Di hucreyeke yekkesî de dimîne. Lê belê dîsa jî jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin. Gava li ber vê pêkanînê radibe tê derbkirin û jê re dibêjin, 'Ev der ne Girtîgeha Osmaniyeyê ye, tu yê bibînî ka Girtîgeha Regeliyê çi ye'. Nikare sûdê ji çalakiyên spor, sohbet hwdç bigire. Li Girtîgeha Osmaniyeyê salek cezayê dîsîplînê lê hatibû birîn û ji ber vê salek zêdetir e nikare malbata xw ebibîne. Daxwazên wî yên ji bo çûyîna qawîşan bi awayekî kêfî tê redkirin".