Heta ku jiyana xwe ji dest daye wî dane sekinandin! 2020-01-29 09:01:33 BÛRSA - Li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê, di 25'ê Çileyê de Huseyîn Polat ê 52 salî ji ber xwînîbûna madeyê jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku Polat ji ber hin îhmalkariyan jiyana xwe ji dest daye. Ewilî bi îdiaya li nexweşxaneya dewletê 'cih tuneye' Polat, li nexweşxaneyê nemaye û paşê gava wî sewqî nexweşxaneyên din dikin li wir jî ji ber ku nexweşxane tije bûne nebirine û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Birayê wî got wê rayedarên girtîgehê gilî bikin.  Huseyîn Polat ê 52 salî ku cezayê muebetê lê hatibû birîn û 25 sal an di girtîeghê de ma, di 25'ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ji ber xwînîbûna madeyê jiyana xwe ji dest dabû. Gava Polat nerihet dibe wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê, lê belê bi hinceta "cih tuneye" nahêlin li nexweşxaneyê bimîne. Lê belê ji ber zêde xwîn ji Polat çûye li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Birayê wî Sînan Polat, diyar kir ku birayê wî ji ber îhmalkariya nexweşxane û girtîgehî jiyana xwe ji dest daye û got, ew ê gilî bikin.    Polat, destnîşan kir ku tu nexweşîneke birayê wî tunebûye û got: "Di 23'yê Çileyê de stuyê wî diêşiya. Wî dibin revîrê û li wir derziyekê lê dixin. Ew derzî tesîreke nebaş li birayê min dike û canê wî diwerime. Li ser vê di 24'ê Çileyê de wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê. Lê li vira jî bi hinceta cih tuneye û bijîşkê nexweşîna wî tuneye wî sewq dikin. Lê belê nexweşxaneyên din jî ji ber ku tije bûne wî qebûl nakin. Piştî vê li heman nexweşxaneyê bijîşkekî ku ne pisporê wê beşê ye wî tedawî dike.    ‘TU DIBÊ QEY EZ Ê BIMIRIM...'    Polat, anî ziman ku di 24'ê mehê de birayê wî telefonî wan kiriye û got: "Huseyîn ji bavê min re dibêje, 'Ez qet nebaş im. Laşê min werimiye. Tu dibê qey ez ê bimirim'. Di dema axaftinê de telefona ji dest dikeve. Wê êvarê ji ber xwînîbûna madeyê wî dibin nexweşxaneyê. Lê ji ber di wext de wî nebirine nexweşxaneyê bi qasî 2 hezar û 200 mîlîlître xwînê davêje derve. Ji ber mudaxileyeke dereng jiyana xwe ji dest dide".    Polat, anî ziman ku hê rêveberiya girtîgehê tiştek ji wan re negotiye û got, ji bo amûrên birayê xwe wergire wê biçe girtîgehê û paşê wê biçe nexweşxaneya ku jiyana xwe lê ji dest daye. Polat, "Heta niha tenê tekîkên nexweşxaneyê dane me. Ji xwe em ji zimanê wan jî fam nakin. Bijîşkek dibêje, 'cih tunebû, loma li polîklînîkê hat razandin'. Yanî li nexweşxaneyê pir tê sekinandin. Ji xwe ji ber tê sekinandin ji ber zêde xwîn jê diçe dimire".    WÊ GILÎ BIKIN'   Polat, anî ziman ku cenaze li Bûrsayê veşartine û got, wê berpirsiyaran gilî bikin. Polat, diyar kir ku wan dîmenên nexweşxaneyê û qeydên dengan jî xwestiye û got: "Em dixwazin hîn bibin ku çi hatiye serê birayê min. Divê me qaneh bikin. Me serî li Komeleya Mafên Mirovan daye. Em ê dev jê bernedin".    MA / Ferhat Çelîk