Ji bo karê oto galeriyê dikan kirê kir, lê kir avahiya AKP'ê 2020-01-29 09:01:32 ŞIRNEX - Serokê AKP'î yê Bajaroka Sêgirkê Tamer Bûlût, demek berê ji bo karê oto galeriyê bike dikanek kirê kiribû. Lê paşê bêyî ku xwediyê dikanê destûrê bide tabelaya Serokatiya AKP'ê ya Sêgirkê daliqandiye.  Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê, welatiyê bi navê Teyfîk Ûysal par dikana xwe ya vala bi kirê daye Tamer Bûlût. Lê belê Bûlût jî rabûye tabelaya Serokatiya AKP'ê ya Sêgirkê bi dikana ku ji bo karê oto galeriyê kirê kiribû daliqandiye. Bûlûtê ku par di meha Kanûnê de bû Serokê AKP'a Sêgirkê, bêyî ku destûrê ji xwediyê dikanê bixwaze rabûye dikan kiriye avahiya AKP'ê.    XWEDIYÊ DIKANÊ: CÎNARÊN ME NERIHET DIBIN    Xwediyê dikanê Teyfîk Ûysal, têkildarî mijarê axivî û rewşa heyî piştrast kir. Ûysal, anî ziman ku wî ji bo karê oto galeriyê dikana xwe bi kirê daye Bûlût. Ûysal diyar kir ku dikana wî ji bo cihê partiyekê nabe û cînarên wî ji ber vê rewşê nerihet dibin. Ûysal, anî ziman ku nikare xwe bigihîne Bûlûtê AKP'î û xwest dikana wî bê valakirin.   Ûysal got, heke dikana wî neyê valakirin wê serî li rêyên hiqûqî bidin.    MA / Gokhan Altay