Ji ber ceryanê bêhna wî dernayê! 2020-01-29 09:01:31 RIHA - Li Wêranşarê, ceryan tim diçe û tê. Ji ber vê Mûstafa Zîncîrkiranê ku nexweşîna KOAH'ê lê peyda bûye bêbêhn dimîne. Zîncîrkiran, got: "Gava ceryan diçe, makîne naşoxule û bêhna min dernayê".  Li navçeya Wêranşar a Rihayê, ceryan tim diçe û tê. Ji ber vê nexweşên ku bi makîneyan jiyana xwe didomînin zehmetiyeke mezin dikişînin. Li Taxa Hurriyet a Wêranşarê Mûstafa Zîncîrkiranê 75 salî ku nexweşîna KOAH'ê lê peyda bûye û di nav ciya de ye, diyar kir ku hema bêje rojê 6 saetan ceryan tuneye û got: "Gava ceryan diçe, makîne naşoxule û bêhna min dernayê".    ‘NE XWARINA MIN NE JÎ CILÊN MIN HENE'    Mûstafa Zîncîrkiranê ku demeke dirêj e di nav ciya de ye, ji ber nexweşîna KOAH'ê bi makîneya dûkel û oksîjenê jiyana xwe didomîne. Zîncîrkiran, anî ziman ku rewşa wan î aborî nebaş e û got, ji xeynî 700 TL'yê ku dewlet dide wî wekî din tu dahateke wî tuneye. Zîncîrkiran, got: "Ev pere jî têr nake. Ez mirovekî di nav ciya de me. Xaniyê min bikirê ye. Salê 4 hezar TL heqê kirê didim. Ne xwarina min ne jî cilên min hene. Nebaş im. Pêdiviya min bi sandelyeyek biakû heye. Qet nebe ez carinan karibim biçim derve. Roj 24 saetan di nav ciya de me".    ‘GAVA CERYAN DIÇE BÊHNA MIN DERNAYÊ'    Zîncîrkiran ku tevî hevjîna xwe û xwişka xwe dijî, got: "Carinan keça min tê karê me dike. Ez nexweş im, nexweşîna min KOAH e. Bi makîneyê jiyana xwe didomînim. Li Wêranşarê gava ceryan qut dibe em perîşan dibin. Gava ceryan diçe makîne naşoxule û bêbêhn dimînim. Kesekî li me mêze bike tuneye. Nizanim ez ê çi bêjim û çi bikim".    Hevjîna wî Zînê Zîncîrkiran jî nexweş e. Nexweşîna parkînson û gurçikan lê peyda bûye. Ji ber nexweşîna xwe gelek caran jî emeliyat bûye.    Zînê Zîncîrkiran, anî ziman ku ji ber bêperetiyê nikarin dermanan bikirin.    MA / Bariş Polat