Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê 2020-01-29 09:01:28 MÊRDÎN – Girtiyên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê, diyar kirin ku jimariya şipyakî li wan tê ferzkirin û binpêkirinên mafan bi raya giştî re parve kirin.  Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê Serhat Yildirim (23) û li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûs a Mêrsînê Erkan Taşkan, hevdîtin bi malbatên xwe re çê kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan zêde bûne û bi muameleyên kêfî re rû bi rû dimînin.    Serhat Yildirim ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglûyê de ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Birayê wî Reşat Yildirim (32) diyar kir ku berê jî birayê wî hatibû derbkirin. Bira Yildirim, anî ziman ku birayê wî gotiye, li girtîgehê jimariya şipyakî li wan tê ferzkirin û got: "Gava gardiyan diçin qawîşan, dixwazin girtî rabin ser xwe û rêz bibin. Gava girtî ji qawîşan tên drexistin, ji wan tê xwestin ku bi yek rêzê derkevin û milên wan bi dîwarên korîdorê ve bkeve. Gardiyan feraman, 'rawest, bizîvir, dewma bike' li girtiyan ferz dikin".    Bira Yildirim, anî ziman ku gava çûye girtîgehê bi çavê xwe dîtiye ku gardiyanan girtî derb kirine û bi muameleyên xirab re rû bi rû mane. Yildirim, destnîşan kir ku gava li ber van ferzkirinan rabûne gardiyanan gef li wan xwariye û ji wan re gotine, "Em ê hevdîtinê qedexe bikin". Yildirim, got: "Pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan. Çalakiyên civakiyî yên girtiyan tên astengkirin û nahêlin hevalên xwe yên li qawîşên din bibînin. Dema hevdîtina vekirî ya girtiyên edlî 80 deqe ye, lê yên girtiyên siyasî 40 deqe ye. Ev pêkanînine neheq û bêhiqûqî ne".    NAHÊLIN BIÇIN REVÎRÊ, XWARINÊ KÊM DIDIN    Erkan Taşkan ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, hevdîtin bi diya xwe Rasîme Taşkan (45) re çê kir û bi rêya diya xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Taşlan, diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirina mafan zêde bûye. Taşkan, anî ziman ku girtiyên nexweş naşînin revîrê û xweşikî ava germ nadin gritiyan. Her wiha Taşkan, diyar kir ku her diçe xwarina girtiyan tê kêmkirin.    Piştî van îdiayan em li Girtîgeha Tarsûsê geriyan, lê belê rayedarên girtîgehê pirsên me nebersivandin û her wiha rayedarên Girtîgeha Turkoglûyê jî telefon venekir.