‘Bacên erdhejê ji bo tevdîrgirtinê nehatine bikaranîn' 2020-01-29 09:01:28 AMED – Piştî erdheja li Xarpêtê, nîqaşên derbarê pereyên ku heta niha di bin navê baca erdhejê de hatine berhevkirin bûn cihê nîqaşan. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn got: "Ev bac, ji bo avahiyên ku ji ber erdhejê xesar dîtine an jî başkirina avahiyên qaçax û tedvîrgirtinê nehatiye bi kar anîn".  Piştî erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê ku pileya wê 6.8 bû, nîqaşên derbarê pereyên ku bi salan e di bin navê baca erdhejê de ji welatiyan tê stendin bûn cihê nîqaşan. Tê diyarkirin ku ji Mijdara 1999'an ve dewletê ji 34 milyar dolarî zêdetir bac ji gel stendiye. Lê belê piştî erdheja Xarpêtê gava Serokê Kizilayê Kerem Kinik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xwest her kes bi rêya peyaman 10 TL alîkariyê bike, bacên heta niha hatibûn berhevkirin jî bûn cihên nîqaşan.    ‘BAC BI KU VE ÇÛN?'    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, diyar kir ku baca erdhejê ji bo demekê hatibû derxistin lê belê piştî wextekê veguheriye baceke domdar. Hatûn, anî ziman ku di bin navê "Mezaxiya Taybet" de bi salan e ji welatiyan tê stendin û got: "Mixabin ji bo avahiyên ku ji ber erdhejê xesar dîtine an jî başkirina avahiyên qaçax û tedvîrgirtinê nehatiye bi kar anîn. Ev pir aşkere ye. 20 sal di ser re derbas bûye, lê belê rêziknameya erdhejê mewzûatên stûr derdixe. Lê pratîka wê tuneye. Ev bac bi ku ve çûn? Ne Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ne jî wezaretên din peywira xw ebi cih naynin. Tu xebateke wan î berbiçav tuneye. Em vê yekê ji efûyên îmarê dizanin".    Hatûn, diyar kir ku di efûya îmarê ya 2018-2019'an de dewletê bi milyaran pere qezenc kiriye û got: "Ev milyar li ku ne. beriya her tiştî divê ev yek bê pirsîn. Wezaretan daxuyand ku dewletê qezenc kiriye. Pêşî divê hesabê avn tiştan bê pirsîn. Derbarê vê efûya îmarê de qeydên avahiyên qaçax, qeydên avahiyên tu xizmeteke endezyarî negirtine li midûriyetên bajêr ên hawirdor û bajarsaziyê hene. Bila midûriyetên bajêr ên hawirdor û bajarsaziyê hem hejmara van avahiyan aşakree bikin hem jî avahiyên sûd ji efûya îmarê girtine aşkere bikin ku li kîjan bajarî ne. Aixrê ev avahî bi perayn hatine çêkirin. lê ew pereyên hatin girtin li ku ne?"   'JI BO GEL NEHATIYE XERCKIRIN'    Hatûn, destnîşan kir ku pereyên ku di bin navê baca erdhejê de hatine berhevkirin ji bo gel nehatine xerckirin û got: "Ev pere, ji bo gel, ji bo bajaran nehatine xerckirin. Ev per eji bo çi hatine xerckirin? Wisa xuyaye wekî her carê dîsa ji bo otêlên alîgirên xwe, ji bo qesrênw ezaretên xwe xerc kirine. Lê bi tu awayî li gel venegeriyaye. 20 sal in di bin navê baca erdhejê de pere ji gel tê stendin û bi vî pereyî xizmeta endezyariyî nehatiye kirin. Bila Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê îzah bikin. Li vî welatî tu carî qadên birîsk di nav veguherîna bajêr de cih negirtine. Qadên rantî di nav veguherîna bajêr de cih girtine".    ‘EV RANT E'    Hatûn, bal kişand ser veguherîna bajêr a li taxên Alîpaşa û Lalebey a Sûrê û got: "Li navçeya Sûrê heqê avahiyekê bi çi qasî ye? Mantiqa veguherîna bajêr; avahiyên li wir talûke ne, mafê jiyanê di xetereyê de ye. Loma armanc başkirina avahiyên li wê taxê ne. Lê wan çi kir? Rabûn 10-20 hezra TL dane gelê li wir û xaniyên wan ji wan stendin. Niha jî xaniyeên hatine çêkirin bi milyon û 250 hezar TL'yî tên firotin. Ma ev veguherîna bajêr e? Nexwe ev rant e. Li deverên din ên Tirkiyeyê jî heman rewş heye. Mixabin veguherîna bajêr ji bo fêdeya gel nayê kirin".    MA / Arjîn Dîlek Oncel