Dadgeha Bilind a Belçîk: PKK ne rêxistina terorê ye 2020-01-28 18:26:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Belçîkayê, biryar da ku PKK ne rêxistina terorê ye.    Dadgeha Bilind a Belçîkayê der barê PKK'ê de biryar da û diyar kir ku PKK ne rêxistina terorê ye. Biryara Dadgeha Îstinafê ya sala borî ku PKK weke rêxistineke ne ya terorê ye û ne mimkûne ku di vê çarçoveyê de bê darezandin, ji aliyê dadgeha temîzê ve hate erêkirin. Dozger û parêzerên dewleta Tirk biryara dadgehê bûbû temîzê. Dadgeha Bilind rûniştina yekem 14’ê Çileyê pêk anîbû û aliyê Tirkiyeyê ji bo parastinê dem xwestibû. Dozgerê Dadgeha Bilind di mutalaya rûniştina yekem de biryara doza PKK’ê ya Dadgeha Îstinafê di cih de dît, ji bo erêkirinê qenet nîşan da bû. Di 28’ê Çileyê (îro) rûniştina duyemîn pêk hat. Dozgerê Dadgeha Bilind mafê axaftinê girt. Li gorî çavkaniyên nêzî dozê ev jî tê wateya ku helwesta dozger didome. Parêzerê alîyê Kurdan Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Saziya Darizandinê di nava rojê de dikare biryara xwe bike. Fermon got: “Îtiraza li dijî biryara dozger hate redkirin.”