Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir 2020-01-28 16:40:03   îZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji bo gelê Xarpêtê şandiye hatiye astengkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê xwest alîkariyê bişîne ji gelê Xarpêtê re. Lê polîsan alîkariya HDP'ê asteng kir. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê ji bo astengiya polîsan şermezar bike, li pêş Sumerbank a berê ya Konakê xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda ku HDP daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay bertek nîşanî astengiya polîsan da û demekê rageşî derket. Polîsan diyar kir ku ew destûr nadin ku Kemalbay daxuyşaniyê bide. Girsiya HDP'ê astengiya polîsan bi diruşmeyan şermezar kir. Polîsan xwest dowîzên girsê ya “Ne ji qanalê re ji erdhejê re butçe" biçirînin. Girsê bertek nîşanî polîsan da û heta avahiya HDP'ê ya Çankayayê meşiyan. Serpil Kemalbay, li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da û wiha got: "Bêyî biryara qedexeyê hebe bi fermana walî çalakiya me tê astengkirin. Lê em dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em vê yekê îtîraz dikin. Di erdheja Xarpêtê de 41 mirov hatin kuştin. Tirkiye welatê erdhejê ye. Lê tu tedbîr ji bo vê yekê nayên girtin. Projeya Qanal Îstanbul, projeya hilweşînê ye. Em vê yekê îtîraz dikin."