Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne 2020-01-22 17:00:09   AMED - Jinan bertek nîşanî nedanîna şînê ya ji bo Melîke Demîrok ku ji aliyê hevjînê xwe Gokhan Demîrok ve hatibû qetilkirin da û diyar kirin ku ne di şînê de di serhildanê de ne.   Bi pêşengiya Paltforma Jinan a Dîcle Amedê jin, ji bo Melîke Demîrok ku di 14'ê Çileyê de li navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê hevjînê xwe Gokhan Demîrok ve hatibû qetilkirin, li Mala Şinê ya Şaklatê hatin gel hev. Jinan, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî komkujiyên li dijî jinan û nedanîna şînê ya ji bo Demîrok da. Jinan, dovîzên li ser wan nivîsên mîna "Hinceta cînayetên jinan nabe" , "Em ê cînayetên jinan rawestînin" , "Em ne di şînê de di serhildanê de ne" û "Melîke Demîrok" nivîsandî, bi camên mala şînê ve daleqandin.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat, endamên Paltforma Jinan a Dîcle Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Polisan ji bo daxuyaniyê bergiriyên zêde girtin.    Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen, diyar kir ne ji bo şînê hatine mala şînê û wiha got: "Armanca me ew e ku em piştevaniyê pêk bînin û pêşî li cînayetên jinan bigirin. Em hinceta qetilkirinên jinan qebûl nakin. Her roj bi hincetên nû jin tên qetilkirin. Nêzikbûna civakê ya li hemberî jinê piştî mirina jinê jî berdewam dike. Bi nedanîna şînê ya ji bo jineke qetilkirî re tê xwestin ku bûyer bi aliyên cuda ve bê kişandin. Hem hûn ê jinekê qetil bikin û hem jî bi nadanîna şînê re hişek bidine avakirin. Em ê vî hişî ji holê rakin. Em ê destûr nedin vê. Em îro hem ji bo Melîke hem jî ji bo hemû jinên hatine qetilkirin hatine gel hev. Bêyî ku li hincetan biNêrin. Di rastiyê de me şîn dananiye, dûrişmeyeke me heye, em ne di şînê di serhildanê de ne. Em ji bo ku serhildana xwe nîşan bidin hatine gel hev."   ZINCÎRA JIYANÊ BÊ ÇÊKIRIN   Platforma Jinana Dîcle Amedê, dê saet di 17.00'an de li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ji bo Melîke Demîrok bi beşdariya hemû jinan zincîra jiyane çebike.