Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne 2020-01-22 15:58:59   AMED - Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku sepanên girtîgehên Tirkiyeyê weke Guantanamoyê lê hatine û wiha got: “Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin.”   Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li avahiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên navçe û bajar ên HDP’ê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘SEPANÊN GIRTÎGEHAN VEGERÎNE OPERASYONÊN TOLHILDANÊ’   Berdevk û Parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê sepanên li girtîgehan veguherîne operasyonên tolhildanê û wiha got: "Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin. Niha di girtîgehên Tirkiyê de nêzî 7 hezar girtî hene. Ji bo ku têdikoşîn di girtîgehê de ne. Ji ber wê yekê me bi dehan caran gotibû ev sepan sepanên rêhîn girtinê ne. Di navbera salên 2017-2019’an de bi komî 44 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane. Li gel ku ji bo girtiyên nexweş gelek serlêdan tên kirin jî tiştek nayê kirin. Îro jiyana xwe ji dest dayîna girtiyên nexweş kes nikare weke normal bi nirxîne. Ev hemû cinayetin. Faîl û berpirsên van cinayetan jî desthilatdariya siyasî ye.”   ‘LI HEMÛ GIRTÎGEHAN TECRÎDEK HEYE’   Başaran, destnîşan kir ku di kesayeta Îmraliyê de li hemû girtîgehan tecrîdek heye û ev tişt anî ziman: “Daxwazname û daxwazên girtiyan tên astengkirin. Ketina çapemeniya azad a girtîgehan tê astengkirin. Ev nîşan dide ku li girtîgehên Tirkiyê tecrîdek çawa tê meşandine. Malbatên girtiyan jî ceza dikin. Girtiyê ku malbata wî li Amedê ye dibin her çar aliyê Tirkiyê. Malbat mecbûr dimînin bi saetan rê diçin û bi êrîşên faşîzan û nijadperest re rû bi rû dimînin. Sepaneke din jî sepana di nava cezeyî de ceza ye.  Niha li hemû girtîgehan li bertekeke biçûk jî cezayê disiplînê tê birîn, bi van cezayên disiplînê jî înfaza girtiyan tê şewitandin.”   ‘NÎV SAETÊ HEQARET Û ÎŞKENCE LI GIRTIYAN HATIYE KIRIN’   Di berdewama axaftina xwe de Başaran, bal kişand ser sepanên li Girtîgeha Afyonê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Afyonê hatin kirin. Pişt re lêgerîna tazî li girtiyan hat ferz kirin. Ji ber ku girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekirine nîv saete hekaret û îşkenceyên li wan hatiye kirin. Parêzerên ku çûyî hevdîtînê dîtine ku tiliya Akîf Îpek hatiye şikandin. Daxwaznameyên li dijî vê îşkenceyê ji Wezareta Dadê re hatî nîvîsîn ji aliyê girtîgehê ve hatine astengkirin. Patnos jî tim bi îhlalên mafan di rojevê de ye. Ava lexemê dikeve nava ava vexwarinê. Vexwarina vê avê li girtiyên tê ferz kirin. Demên borî gelek girtî ji ber vê yekê nexweş ketin. Devrîm Ayik ku li Girtîgeha Alanyayê de dimîne di 2012’an de teşhîsa nexweşiya kolon li ser e gelek caran emeliyat bûye ruviyên wî hinek jê wergirtine. Yek jî Semîre Dîrekçî ya ku li Girtîgeha Jinan a Amedê de dimîne ye. Rûviyên wê derve ne. Her roja ku diçe rewşa wê nebaştir dibe.”   ‘457 JÊ GIRAN Hezar û 334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’   Başaran, bi lêv kir ku niha di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene û wiha pêde çû: “Girtiyên nexweş ên li ber mirinê û li benda tedawiyê hene. Lê rewşeke rayedar û desthilatdar guhê xwe ji van re digirin heye. Ev tenê hinek mînak bûn. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê jî tenê du girtî hene lê wan naînin ba hev. Di hucreyê de tena serê xwe dihêlin. Tenê ne jî tekmîl û hejmara ser piyan li wan tê ferz kirin. Dema ev girtiyên nexweş cara ewil hatine sewqkirin rastî îşkenceyeke giran hatine. Dikarin tenê saetekê derkevin bexçeyê kogûşê. Li girtîgehan bi sedan kes roj bi roj ber bi mirinê ve diçin û sepanên girtîgehên Tirkiyeyê weke Guantanamoyê lê hatine. Li girtiyên siyasî hiqûqa înfazê na sepînin.  Bi hestên tolhildanî nêzîk dibin. Heta ku rewşa girtiyên siyasî were çareser kirin dê hewldanên me bidomin. Em bang dikin ku li dijî van sepanan bi awayekî kolektîf têbikoşin."   Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeya “Girtiyên Siyasî Rûmeta Me Ne” bi dawî bû.