Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar 2020-01-22 15:55:08   STENBOL - PSAKD û Federasyona Elewî Bektaşiyan, bi boneya astengiyên li dijî azadiya baweriyan bi dawî bibe, bi hevre bang kirin û gotin: "Roj roja bibîrxistina mafan û bîranîna mafan e. Roj roja bibîrxistina mafê welatîbûna bingehîn e."    Federasyona Elewî Bektaşî û Komeleya Çanda Pîr Sultan(PSAKD), bi daxwaza welatibûna wekhev û azadiya baweriyê dê li Kadikoyê li pêş Operaya Sureyya daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên komele û federasyona elewiyan pankarta “Cemxane îbadetxaneya me ye, Pir Sultan soza me ye, Kerbela rêya me ye" vekirin û  dirûşmeyên "Em elewî ne, şexsî ne em êbi ser bikevin", “Zext me têk nabin" û “Cemxane îbadetxaneya me ye" berz kirin. Serokê Şaxa PSAKD'ê Erdal Aksoy, diyar kir ku herî dawî li dijî cemxaneya Sultanbeylî êrîş kirine.    Aksoy, anî ziman ku hefteya borî Meclîsa Bajarê Mezin a Stenbolê xwest plana îmarê ya cemxaneyê wekî îbadetxaneyê îmze bidin. Lê ev bi dengê AKP û MHP'ê hat redkirin. Aksoy, anî ziman ku bi salan e qaşo li ser navê elewiyan komxebatan li dar dixin, lê dixwazin elewiyên xwe ava bikin. Aksoy, da zanîn ku ew vê helwestê dirû dibînin. Aksoy, da zanîn ku dê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin û wiha lê zêde kir: "Malên me xêz dikin. Ji ber ku an mafê me nabînin an jî dixwazin tune bikin. Em wekî elewî li dijî vê neheqî û newekheviyê bêdeng namînin. Ji niha û şûnde em bêdeng nabînin."    Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.