ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin 2020-01-22 15:20:07 AMED – ÎHD’ê û TÎHV’ê têkildarî angaştên îşkenceya li 8 şêniyên gundên Mêrdînê hatine kirin agahî parve kir û li Qereqola Cendirmeyan a Mêrdînê îşkence û muameleya xerab li welatiyan hatiye kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) rapora derbarê îşkenceya di 16’ê kanûna 2019’an de li 8 welatiyên ji gundê Şêb û Şêba Jor ên Mêrdînê hatibû kirin bi raya giştî re parve kir. Civîna eşkerekirina raporê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê û TÎHV’ê beşdarî civînê bûn û Cîgira Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman raporê xwend.    ‘ÎŞKENCE LI WELATIYAN HATIYE KIRIN’    Saman da zanîn ku şandeya ÎHD’ê û TÎHV’ê bi mexdûr û xizmên mexdûran re hevdîtin pêk aniye û Walîtiya Mêrdînê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bersiv nedaye daxwaza wan a hevdîtinê. Saman anî ziman ku li gundan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û piştî qedexeyê 8 welatî hatine binçavkirin û şandeya wan li avahiya ÎHD’a Mêrdînê bi mexdûran re hevdîtin kiriye û di binçavan de îşkence li welatiyan hatiye kirin. Saman got eskeran li welatiyan daye û şûna şopê îşkenceyê hebûne. Saman da zanîn ku rewşa heyî veguheriya serdema Esat Oktay ê darbeya 12’ê Îlonê û mafên mirovan ji berê xerabtir tê binpêkirin. Saman diyar kir ku di hevdîtina wan a li gel mexdûran de derketiye holê ku îşkenceyek giran li welatiyan hatiye kirin. Saman got ew ê bibin şopdarê îşkenceya li welatiyan hatiye kirin û di vî warî de têkoşîna hiqûqî birêve bibin.