Meclisa dîsa li hev neciviya 2020-01-22 15:04:58   ENQERE - Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji ber Dîvana Serokatiyê nehat avakirin, dîsa li hev neciviya.   Îro jî, Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji ber neavabûna Dîvana Serokatiyê, dîsa li hev neciviya. Serokwekîlê Meclisê Levent Gok, piştî ku rûniştinê vekir û katiban cihê xwe girt, diyar kir ku Dîvana Serokatiyê nehatiye avakirin. Li ser vê yekê Gok, ji bo ku sibê saet fi 14.0'an de li hev bicive, rûniştinê girt.    Duh jî Dîvana Serokatiyê nehatibû avakirin û Lîjneya Giştî ya Meclisê li hev neciviyabû. Tênê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, tevlî rûniştinê bûbû.