Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê 2020-01-22 14:51:35   MÊRDÎN - Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Kamûran Tanhan, zema avê ya qeyûmê Mêrdînê bir darazê û ji bo betalkirina darazê serî li 1'emîn Dadgeha Cezaya Îdareyê ya Mêrdînê da.    Waliyê Mêrdînê ku weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk hatibû kirin, ji serê salê şûn ve avê zem kir. Qeyûm ji bo meha Çileyê metrekupa avê ji 2 TL'yan derxist 4.75 TL û ji bo meha Gulanê jî derxist 6.25 TL'yan. Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Kamûran Tanhan, ji bo betalkirina biryara zema avê ya qeyûm serî li 1'emîn Dadgeha Cezaya Îdareyê ya Mêrdînê da. Parêzer Tanhan, diyar kir ku welatî jî bi dayîna daxwaznameyan, dikarin tevlî serlêdana betalkirina zema avê bibin.