'28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê' 2019-12-14 14:44:29 STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa yên 28 sal berê li navçeya Hezexê hatin windakirin edalet xwestin. Keça Demîr, Denîz Demîr got 28 sal in ew li pey kujeran in û kurê Egît Akîpa, Fehmî Akîpa jî got ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.  Dayikên Şemiyê ji bo diyarkirina aqûbeta kesên ku hatine windakirin, cara 768’an xwestin li Qada Galatasarayê bicivin. Polîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin, ji ber vê jî Dayik li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev civiyan û çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Li gel Dayikan, xizmên windayan û gelek nûnerên saziyên civakî û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.    Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê Îbrahîm Demîr û Egît Akîpa yên di sala 1991'an de li gundê Çûkûrlû yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê hatin binçavkirin û pişt re jî windakirin bibîr anîn û xwestin kujerên wan bên darizandin û cezakirin.    Xwişka Hasan Ocak ê hatibû windakirin û pişt re hat dîtin Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend. Ocak nerazîbûn nîşanî biryara beratkirina doza JÎTEM’ê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin da.    Ocak bal kişand ser windakirina Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa û got: “Di 12’ê Kanûna 1991’an de dema ku Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa ji şînekê vedigerin ji aliyê leşkerên mezraya Agaçli ya Kerboranê tên destgîrkirin. Gundî malbatên wan agahdar dikin lê fermandarê qereqolê ji malbatan re dibêje me ew kes nedîtine. Leşkerekî li qereqolê bi dizî ji malbatan re dibêje ‘Biçin şikeftan’ Malbat piştî lêgerînê xwe digihînin şikefteke ku devê wê bi keviran hatiye girtin. Di wê şikeftê de cenazeyê Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa dibînin. Demîr û Akîpa êşkence li wan hatiye kirin û dest û çavê wan girêdayî bû.”   28 SALAN HIQÛQ PÊK NEHAT   Malbatan diyar kirin ku 28 salan hiqûq pêk nehatiye û ji lêpirsînê heta niha tu encam nehatiye stendin.   Keça Îbrahîm Denîz, Denîz Demîr di çalakiyê de axivî û got: "28 sal in em li pey qatilan e. Heta qatil neyên darizandin em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Meydana Galatasarayê cihê kombûna û hevkariya êşa me ye. Lê wir li me qedexe kirin. Em dixwazin dîsa biçin wir û dixwazin astengî bên rakirin. Em ê wir dîsa bigirin."    Kurê Egît Akîpa, Fehmî Akîpa jî nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û got:  “Em ê teqez edaletê bi dest bixin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”