‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e ' 2019-12-14 10:26:49 STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê didome û got: "Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên li Tirkiyeyê şer û polîtîkaya tecrîdê ye. Çareserî bi diyaloga bi Ocalan re pêkan e."   Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parêzer piştî 8 salan karibûn hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina ewil di 2'yê Gulanê de û ya dawî jî di 7'ê Tebaxê de pêk hat. Lê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzeran ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn lê ji bo serlêdanên wan tu bersiv nehatine dayîn. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku asta tecrîdê guheriye û hîn jî didome.    ‘BI ISRARA DIDOMÎNE'    Avci, destnîşan kir ku îktîdara siyasî bi israr polîtîkaya tecrîdê didomîne û got, car carinan hikûmet ji ber bertekan paş ve gav davêje û dihêle ku malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Avci, bibîr xist ku piştî greva birçîbûn ya 200 rojî ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven deriyên Îmraliyê ji bo parêzeran vebûye û got, Wezareta Dadê jî daxuyandibû ku ji bo hevdîtinê tu astengî nemane û wê hevdîtin çê bibin.    Avci, anî ziman ku piştî têkoşîna li hemberî tecrîdê bi awayekî qismî paş ve gav hatine avêtin, lê belê tecrîd bi temamî ranebûye. Avci, redkirina serlêdanên malbatan û nebersivandina serlêdanên parêzeran jî nîşan dide ku tecrîd didome. Avci, destnîşan kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê, ne di peymanên navneteweyî de ne jî di qanûnên Tirkiyeyê de hene û got, Girtîgeha Îmraliyê xwedî statuyeke taybet e û li wir qanûn jî pêk nayên.    Avci, diyar kir ku gava deriyên Îmraliyê vebûn û Ocalan atmosfera siyasî nirxand welat rihet bûye û got: "Nexasim jî gava em li pêvajoya çareseriyê mêze dikin, em dibînin di 40-50 salên dawî de tenê di wan 3-4 salan de tiştên erênî çê bûne û aramiyek çê bûye. Tenê ne di warê arwestandina pevçûnan de, ddi warê aborî û civakî de jî gel rihet bûbû, mirov bi rihetî tişt nîqaş dikirin û di çapemeniyê de nîqaşên demokratîk çê dibûn. Tecrîd tenê ne li ser Ocalan, tesîreke neyînî li jiyana bi hev re jî dike û welat ber bi krîzê ve dibe."    ‘TECRÎD DIBE SEDEMA KRÎZÊ'    Avci, bal kişand ser krîz, şidet û zextên li Tirkiyeyê jî û got: "Heger ne tecrîd lê deriyên Îmraliyê bên vekirin û ji bo nîqaşkirinê atmosfereke nû bê afirandin, pêvajoya pevçûnî bê rawestandin wê li Tirkiyeyê zemîna aştî û aramiyê çê bibe. Israrkirina di tecrîdê de tê wateya kûrkirina neçarserkirinê."    ÇAVKANIYA SEREKE YA PIRSGIRÊKAN    Avci, destnîşan kir ku tecrîd zirareke mezin dide aboriya Tirkiyeyê jî û bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê fiyetên fîşek û bobeyan û got: "Rast e, bombe, fîşek pir biha ne. Lê belê bidawîkirina şer pir erzan e. Madem ji ber vê meaşê karkeran nayê zêdekirin, madem budçeya ji bo perwerdehî û tenduristiyê ji ber vê nayê zêdekirin, şer raswetînin. Werin em bi hev re pereyan ji bo fîşek û bombeyan xerc nekin û vî karê biha bavêjin ser sergoyê dîrokê û budçeyê ji bo aramiya civakê xerc bikin. Em ji van tiştan jî tê derdixin ku çavkaniya sereke û sedema sereke ya pirsgirêkên li Tirkiyeyê şer û polîtîkaya tecrîdê ye." -   MA / Erdogan Alayûmat