Qeyûm ket baxçê jinan! 2019-12-14 09:01:04 AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bismilê hat kirin, baxçeyê ku jinan bi destê xwe çandibû ji dest jinan girt û nahêle jin biçin nav baxçe. Ji ber vê 50 jin betal man.  Gava piştî hilbijartina 31'ê Adarê Şaredariya Bismilê ket destê HDP'ê, şaredariyê 100 donim erdê li ber Çemê Dîcleyê dabû jinan. Li vê baxçeyî 50 jin dest bi kar kiribûn û baxçe çandibûn. Lê belê piştî di 22'yê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê hat kirin, baxçe jî ji dest jinan hat girtin û ji ber vê 50 jin betal man.    50 JIN BETAL MAN    Berdevka vê projeyê Nesîbe Ûygûn, diyar kir ku li vî baxçeyê 50 jin bi awayekî komunal tev digeriyan û berî ku navekê li vê projeya xwe bikin qeyûm hatiye tayînkirin û xebatên wan hatine astengkirin. Ûygûn, bibîr xist ku bû cara dudoyan ku projeya wan ji dest wan tê girtin û got: "Piştî hilbijartina 31'ê Adarê baxçe ket destê me. Me ji nû ve sererast kir. Me kir ku jin di warê aborî de azad bbin. Tenê ne 50 jin, malbatên van 50 jinan jî debara xwe pê dikirin."    Ûygûn, ji bo astengkirina projeyê got, pêşîlêgirtina keda jinê ye. Ûygûn ku ji bo baxçeyê navbirî got "Qada bêhnstendinê ya jina bû" destnîşan kir ku ew der tenê ne ji bo aboriyê di heman demê de nêzîkatya jinan a ji bo civak, xweza û ji bo hev jî nîşan dida. Ûygûn, diyar kir ku gelê Bismilê destek dabû projeya wan.    ‘EM Ê DÎSA PÊK BÎNIN'    Ûygûn, da zanîn ku bi hatina biharê re wê dîsa projeya xwe pêk bînin û dest bi hilberandinê bikin û got: "Li hemberî feraseta ku tê xwestin jinê ji qada jiyanê dûr bixe, em ê projeya xwe bidomînin. Çimkî berên me hem erzan bûn hem jî bi saya wan jin di warê aborî de azad bûn. Di çarçoveya projeyê de me xwe gihand gelek kesan û hîn jî pêwendiya me bi wan re heye."    MA / Arjîn Dîlek Oncel – Fethî Balaman