Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in 2019-12-14 09:00:58 MÊRSÎN – Wênesaz Aynûr Eplî ku di Girtîgeha Jimare 1 a Alîaga ya Îzmîrê de ye, xwest ji xizma xwe Fatma Ozbay a nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê de ye wêneyên çêkirine bişîne. Lê belê ji bo wêneyên wê hat gotin ku "mustehcen" in û nehatin şandin.  Wênesaz Aynûr Eplî ku di Girtîgeha Jimare 1 a Alîaga ya Îzmîrê de ye, xwest ji xizma xwe Fatma Ozbay a nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê de ye wêneyên çêkirine bişîne. Lê belê ji bo wêneyên wê hat gotin ku "mustehcen" in û nehatin şandin. Eplî, nameyek ji Koma Gorulmuşturê re şand û behsa tiştên hatine serê wê kirin.    ‘NAMEYÊN MIN NAYÊN ŞANDIN'    Eplî ku 25 sal in girtiye, ragihand ku berê jî nameyên wê nehatine şandin û got: "Min, hin wêneyên ku bi xwe çê kirine ji xizma xwe Fatma Ozbay re şand kunexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê de ye. Ji ber ku em dûrî hev in, ancax bi vî awayî dikarim jê re bibim moral û destekê bidim. Lê mixabin îdareya girtîgehê ji bo wêneyên min gotine 'mustehcen' in û nedane wê. Ji xwe nameyên min nagihên wê. Yanî plana 'Rûxandinê', 'Kiran C-2' li ser me pêk tînin. Name mafê me yê insanî ye, lê bi vî awayî tê astengkirin. Tu hêleke vê ya hiqûqî û ehlaqî tuneye."