Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da 2019-12-13 16:45:21   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bertek nîşanî beratkirina bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê da û di hiqûqa navnetewî de di sûcê li dijî mirovatiyê de dembihûrîn nîne.    Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî werin dîtin di hefteya 206’an de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xistin. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku di ser kuştina Elçî de 4 sal derbas bû lê heta niha kujer nehatine dîtin û edalet pêk nehatiye û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin. Aydin bertek nîşanî beratkirina bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê da û di hiqûqa navnetewî de di sûcê li dijî mirovatiyê de dembihûrîn nîne.    Nûnerê Înîsiyatîfa Maf a Amedê Reha Ruhavîoglu û Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Muharrem Şahîn jî axaftinên kurt kirin û Elçî bibîr anîn.